Li Heftanînê 6 leşkerên Tirk hatin kuştin

HPG'ê ragihand ku li qada Bektorya ya Heftanînê di encama çalakiyên wan ên li dijî artêşa Tirk a dagirker de 6 leşker hatine kuştin.

Li Heftanînê 6 leşkerên Tirk hatin kuştin
17 kanûn, 2020   11:56
NVAENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ragihand ku gerîlayan ji du baskan ve li qada Bektorya ya Heftanînê 15'ê Kanûnê çalakî birine ser Girê Koordîneyê û 6 dagirker hatine cezakirin. HPG'ê di daxuyaniya xwe de wiha da zanîn:

“Hêzên me bi çarçoweya Pêngava Şoreşger a Cenga Heftanînê 15'ê Kanûnê saet di navbeyna 12.00-12.20'an de li qada Bektorya ya herêma Heftanînê li dijî dagirkerên li Girê Koordîneyê ji du baskan ve çalakî kirine.

Baskê pêşî yê çalakiyê kozika ku 4 dagirker tê de bûn kiriye hedef û li wan daye. Ev kozik li gel dagirkerên tê de bi temamî hatiye rûxandin. Dema çalakiyê kozika A4 ku dixwest mudaheleyê li hêzên me bike ji hêla baskê duyan ê çalakiyê ve bûye hedef, kozika A4 li gel du dagirkerên tê de hatine îmhakirin. Kozikeke dî jî ya serê gire bûye hedef, derb xwariye, li vê derê dagirkerên ku hatine cezakirin û birîndar bûne tam nehatiye zelalkirin.

Di vê çalakiyê de çekeke A4 û 2 kozik hatine îmhakirin, kozikekê derb xwariye û berbiçav 6 dagirker hatine cezakirin.”