Remziye Mihemed: Birêxistinbûna jinan, hilweşandina pergala dewleta Tirk e

Berdevka Kongreya Star Remziye Mihemed diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker ji îradeya jinan ditirse û ji ber vê yekê bi zîhniyeteke dewletperest êrişî jinan dike û got: "Şoreş û pergala ku ji hêla jinan ve hatiye avakirin, dikin hedef. Birêxistinkirina tevgera jinan, di hilweşandina pergala dewleta Tirk de xwedî roleke mezin e."

Remziye Mihemed: Birêxistinbûna jinan, hilweşandina pergala dewleta Tirk e
17 kanûn, 2020   06:57
QAMIŞLO - SÎMA BIROKÊ

Tundiya sîstematîk û polîtîkayên tecawizê yên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî jinan roj bi roj zêde dibin. Polîtîkayên çewisandin, destavêtin, revandin, qaçaxçitiya berhemên dîrokî û guhertina demografîk ji hêla dewleta Tirk û çeteyên wê ve li herêmên dagirkirî yên Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde dibin û pergala serdest a tecawizkaran li dijî jinan li Bakurê Kurdistanê berdewam dike. Herî dawî derket holê ku zarokeke 15 salî li gundekî Kercewsê ya Batmanê, bi giliyê

Berdevka Kongreya Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Remziye Mihemed tundiya li ser jinan nirxand û diyar kir ku diyardeya namûsê tê rojevê û nahêlin malbatên Kurd li dijî dewletê derkevin.

‘TECAWIZÊ MEŞRÛ DIKIN’

Remziye Mihemed diyar kir ku tundiya li ser jinan, ku parçeyekî siyaseta şerê taybet e, ji hêla dewleta Tirk ve tê kirin û got: “Dewleta Tirk tundî û destavêtina li dijî jinan zêde dike. Li Bakurê Kurdistanê leşker û çawiş tecawizê li keçikên biçûk dikin. Ew destavêtinê ji xwe re rewa dibînin."

Remziye diyar kir ku leşker û çawişên ku destavêtinê rewa dibînin û ji zagonên heyî cesaretê digirin û  got: "Dewleta Tirk dixwaze bi parastina leşker û çawişên xwe tecawizê veşêre. Dewleta Tirk kesên ku destdirêjiyê li keçikên biçûk dike, diparêze.”

Remziye îşaret pê kir ku dewleta Tirk a dagirker diyardeya namûsê ya di nava civaka Kurd de ji xwe re bi kar tîne û bi vê yekê hewl dide nehêle malbat li dijî dewletê serî hildin.

Remziye destnîşan kir ku bi dagirkirina Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê re, hovîtiya artêşa Tirk û çeteyên wê li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didome û diyar kir ku herî zêde jin û zarok di şer de êş û azarê dikişînin.

Remziye got ji delweta Osmanî heta niha dewleta Tirk li dijî gelên li ROjhilata Navîn komkujî pêk aînen û îşkence û tecawiz lê kiriye û wiha pê de çû: "Dewleta Tirk qetlîamên li dijî civakê û şîdetê ji xwe re rewa dibîne û destdirêjiyê dike. Li deverên ku dagir kirine, jinan direvînin û çarenûsa gelek jinan nayê zanîn."

Remziye got di nûçeyên van rojên dawiyê de jî derketiye holê ku li sûka Serêkaniyê firotina jinan bi destê dewleta Tirk pêk tê got dewleta Tirk dewleteke nûnera zîhniyeta serdestiya mêran e.

‘TEVGERA JINAN DIKIN HEDEF’

Remziye anî ser ziman ku dewleta Tirk tevgera jinan dike hedef û got: "Ya ku jinan bi rêxistin dike û xebatên jinan bi pêş dixe, ev tevgera jinan e. Şoreş û pergala ku jinan ava kiriye, dikin hedef. Birêxistinbûna tevgera jinan, di hilweşandina pergala dewletê de bi roleke mezin radibe. Ji ber ku ew vê yekê wek gef dibînin, êrişî jinan dikin."

Remziye bal kişand ser girîngiya rola pêşeng a jinên ku Şoreşa Rojava bi rê ve dibin û diyar kir ku tevgera jinan a ku pêşengiya şoreşê kir û jin û civak bi rêxistin kir, ji bo hişyarkirina jinan gelekî hewl dide.

Remziye got şoreşgerên jin dikin hedef û wiha domand: “Hedefgirtina Hevrîn Xelef, Zehra Berkel, Emîne Veysî û Hebûn Xelîl hedefgirtina tevgera jinan e. Dîsa şîdet, tacîz û destavêtina li dijî jinan, hewldana jiholêrakirina tevgera jinan e."

‘GIRTIN, BERDEWAMA TECAWIZAN IN’

Remziye Mihemed bal kişand ser girtina siyasetmedarên jin li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê û got: “Bi hezaran jin xistin zindanan. Lê li gel êrişan jî têkoşîneke mezin heye. Girtina jinan berdewama şîdet, qetlîam û destdirêjiya li ser jinan e."

Remziye diyar kir ku jinan heta îro gelek bedel dane û jin li hemberî şîdet, tacîz û tecawizê serî natewînin û got: "Jin dîroka xwe û dîroka dijminên xwe baş dizanin."

‘BI BIRÊXISTINBÛNÊ TUNDÎ TÊ RAWESTANDIN’

Remziye got helwesta wan a li dijî şîdet, girtin, tacîz, qetlîam û destdirêjiya li ser jinan wek Kongreya Star diyar e, girîngiya birêxistinbûna jinan bi bîr xist û diyar kir ku divê jin bi berpirsyarî û peywirên xwe yên li hemberî dîrokê bizanin û wiha lê zêde kir: “Dema ku li Êlihê keçeke biçûk hate tecawizkirin, li her çar parçeyên Kurdistanê jin herikîn qadan. Dema ku li Efrînê şîdet û revandin li ser jinan hebû, hemû jinan dengê xwe dida cîhanê û digot şîdeta li dijî jinan nayê qebûlkirin ”û."

Berdevka Kongreya Star Remziye Mihemed destnîşan kir ku jinên birêxistibûyî dikarin li dijî destavêtinê tê bikoşin û bang li jinên Kurdistan û cîhanê kir ku li dijî şîdeta ku dewleta Tirk li ser jinan dimeşîne, bibin yek û xwe bi rêxistin bikin.

ANHA