HRE`yê nasnameyên 2 şehîdan eşkere kirin

HRE`yê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameyên 2 şervanên xwe ku di qonaxa duyemîn a Berxwedana Efrînê de şehîd bûne, eşkere kirin û soza tolhildanê nû kir.

HRE`yê nasnameyên 2 şehîdan eşkere kirin
17 kanûn, 2020   11:33

Di daxuyaniya Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) de wiha hate gotin: “Roja 15`ê Kanûnê li herêma Efrînê di encama pêvçûnê de ku di navbera hêzên me û leşkerên Tirk ên dagirker de qewimîne, 2 hevalên me gihaştin asta şehadetê.”

Di dewama daxuyaniyê de wiha hate diyarkirin: “Hevrêyên me ji kêliya ku tev lê bûne û heta dawiyê bi rihekî fedekar li hemberî dagirkeran li ber xwe da û erk û berpirsyariyên xwe bi cih anîn. Tu carî dagirkeriyê û zext û zordariyên ku li ser gelê me tên meşandin qebûl nekirin û li hemberî vê yekê di çepera pêş de têkoşîn meşandin.”

HRE`yê soza tohildana şehîdan û hesabxwestina ji dagirkeran nû kir û di şexsê şehîd Birûsk û şehîd Zinar de hemû şehîdên azadiyê bi bîr anîn û sersaxî da malbatên wan.
 
Li gorî daxuyaniyê, nasnameyên şehîdan wiha ne:
 
/kr/uploads/files/2020/12/17/113519_brusk-sehba.webp
Nasnav: Birûsk Şehba
Nav û Paşnav: Mistefa Muslim
Navê Dayikê: Fatma
Navê Bav: Nûh
Cih û Dîroka Şehadetê: Qonaxa duyemîn a Berxwedana Efrînê / 15’ê Kanûnê 2020

***

/kr/uploads/files/2020/12/17/113538_zinar-gabar.webp,

 

Nasnav: Zinar Gabar
Nav û Paşnav: Mihemed Hebeş
Navê Dayikê: Nebîhe
Navê Bav: Îzet
Cih û Dîroka Şehadetê: Qonaxa duyemîn a Berxwedana Efrînê / 15’ê Kanûnê 2020

(cx)