Rêveberiya Xweser: Parastina mîrasa dîrokî vejandina nasnameya Êzdayetiyê ye

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Cejna Êzî li civaka êzidî pîroz kir û destnîşan kir ku ev bone ol, dîrok, çand û civaka êzidiyan vedijînin.

Rêveberiya Xweser: Parastina mîrasa dîrokî vejandina nasnameya Êzdayetiyê ye
17 kanûn, 2020   11:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro bi boneya Cejna Êzî daxuyaniyek da û cejn li civaka êzidî pîroz kir.

Rêveberiyê di daxuyaniya xwe de got: “Bi boneya Cejna Êzî ya ku di îna yekemîn a Kanûnê de li gorî salnameya rojhilatî tê pîrozkirin, em gelê xwe yê êzidî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û cîhanê pîroz dikin.”

Rêveberiyê di berdewama daxuyaniya de xwe diyar kir ku pîrozkirina vê cejnê, aliyekî olî, dîrokî, civakî û çandî yê girîng vedijîne û bi vejandina vê mîrasa kevnar, nasnameya êzidî ya ku rastî tevahiya cureyên qirkirinê hatiye û hîna tê, diparêze.

Rêveberiyê di dawiyê de hêvî kir ku şênî li gorî tedbîrên xweparastinê ji vîrusa koronayê yên boneyan ên ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê erê kirine, tev bigerin. Rêveberiyê Cejna Êzî li êzidiyan û pêkhateyên herêmê bi giştî pîroz kir.

(şx)

ANHA