HPG'ê dîmenên 2 çalakiyên ku li Colemêrg û Heftanînê kirbûn weşandin

Gerîla TV dîmenên 2 çalakiyên ku Hêzên Parastina Hewayî yên Şehîd Delal li Colemêrgê û Heftanînê li dar xistibûn weşand.

HPG'ê dîmenên 2 çalakiyên ku li Colemêrg û Heftanînê kirbûn weşandin
17 kanûn, 2020   09:44
NAVENDA NÛÇEYAN 

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser mijarê daxuyaniyek da. Daxuyanî wiha ye:

"Hêzên Parastina Hewayî yên Şehîd Delal 11'ê Kanûnê saet 11.00'an li Colemergê, li navçeya Çelê li dijî baregeheke qereqola Girê û heman rojê saet 13.45'an li Heftanînê li qada Bektorayê li dijî dagirkerên li Girê Koordîne bi amûrên hewayî yên bêmirov çalakî kirin. Di encama du çalakiyan de hedefên ku bi amûrên hewayî hatine diyarkirin derb xwarin û çalakî bi rengekî serketî bi encam bûn."