Rayedarên DYA’yê êriş û sûcên dewleta Tirk ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê rexne kirin

Rayedarên DYA’yê êrişên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û sûcên çeteyên wê yên li dijî mafên mirovan, rexne kirin.

Rayedarên DYA’yê êriş û sûcên dewleta Tirk ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê rexne kirin
17 kanûn, 2020   09:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji lîderên Partiya Komarparêz di kongreya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) de Michael McCaul û serokê Komîteya Têkiliyên Derve ya Meclisa Nûneran Elliot Engel, duh bi şev di daxuyaniyeke hevbeş de diyar kir ku ew ji ber bandora tevgerên provokator ên dewleta Tirk ku zêde dibin, li ser têkiliyên dualî, NATO û herêmê metirsîdar in.

Rayedarên DYA’yê pêwîstiya rawestandina tevgerên Enqereyê yên ku ewlehiyê têk dibin, piştrast kir. Her wiha destnîşan kir ku divê Washington bi hevalbendên xwe, şirîkên xwe yên ewropî û NATO`yê re kar bike da ku rê li pêşiya tevgerên provokator ên Erdogan bigire.

Her du rayedaran, êrişên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên li dijî xebatên têkoşîna li dijî DAIŞ`ê, binpêkirinên hovane yên komên alîgirên Enqereyê li bakurê Sûriyê û kirîna pergala moşekan a Rûsyayê S-400 ji aliyê dewleta Tirk ve, rexne kirin.

Rayedaran îşaret bi gurkirina Erdogan ji nakokiyên din ên li cîhanê, şandina çeteyên Sûriyê ji Lîbyayê û Qerebaxê re, lêgerîna Tirkiyê li gazê li ava nakok bi Yewnanistan û Qibrisê re û pêşwazîkirina Erdogan ji endamên ku DYA’yê xistine lîsteya terorê, kir.

Her du rayedaran di daxuyaniya xwe de rewşa hundirîn a Tirkiyê bi tundî rexne kir û hikumeta Erdogan bi sînordarkirina saziyên demokratîk, serxwebûna dadgehê, mafan û azadiyan tawanbar kir.

(şx)