Endamên HPC’ê li ser girîngiya xweparastinê axivîn

Endamên HPC’ê yên li rojhilatê kantona Kobanê gotin, xweparastinê berpirsiyariya tevahiyan e û bepirsê civakê ya sereke ye.

Endamên HPC’ê li ser girîngiya xweparastinê axivîn
17 kanûn, 2020   09:33
KOBANÊ

Civakê zindî li ser hevgirtin û yekitiyê dijîn û li hember her destwerdêrekî ku zirarê bide binesaziya civakî, disekinin. Di wan civakan de, xweparastinê bingeh e û ji ferd het bi tevahî civakê dest pê dike. Lê belê di civakên jevkirî û hilweşiyayî de, cudahî û ferqek di navbera ferdan de eşkere dibe. Ji ber di wan civakan de bi hêsanî ajande û destwerdan lê çêdibe.

Endamên HPC’ê yên kantona Kobanê destnîşan kir ku rola sereke li ser her ferdekî ji civakê ye, da ku parastina hawîrdora xwe ya civakî bike. Her wiha erka civakî ya payeberz jî girêdana bi xakê ve û sekna li hember her êrişkarekê ye.

HPC’ê yan jî li gel piraniyan bi navÊ hêza cewherî tê nasîn, hêzeke sivîl e û ji destpêka şoreşa Rojava ve parastina bajar û gundewaran li gel hêzên Asayîşê kir. HPC’ê ji endamên komîteyên parastinê yên di komîn û meclisên herêmî yên ji şêniyên herêmê ne.

 ‘PARASTIN ERKA ME TEVAN E’

/kr/uploads/files/2020/12/17/093644_082436_jmylh-khlyl.webp

Hevseroka Hêzên Parastina Civakî (HPC) ya navçeya Şêran a rojhilatê Kobanê Cemîle Xelîl wiha got: "Em parastina şênî û civaka xwe dikin, ev jî erka me ye û divê tevahî bi vê yekê rabin. Heke me bi lez parastina civak û hawîrdora xwe nekir, dê dijmin dest tê werde civaka me."

Cemîle Xelîl wiha domand: "Tevahî êrişên dijmin li dijî xaka û gelê me, disepîne ku em bibin yek û parastina hev du bikin. Ev berpisiyarî li ser me tevan e."

Girêdayî mijarê, endama HPC’ê Îslim Îbrahim ê navçeya Taşlok wiha diyar kir: "Gel di radeya yekemîn de, bi parastina xwe, rûmet û xaka xwe ve têkildar e. Her kesê nikare xwe biparêze, nikare li bendê hêviya tu kesî be."

/kr/uploads/files/2020/12/17/093735_082421_iyslm-abrahym.webp

Îslim Îbrahîm wiha piştrast kir: "Di vê demê de tişta ji şêniyan tê xwestin, ew e ku alîkariya aliyên pêwendîdar û HPC’ê bikin. Ji ber şerê taybet ê li dijî gelê me, ji dijwartirîn şer e. Divê gel baldar û hişyar be û bi HPC’ê re hevgirtî be."

Li aliyekî din jî endamê HPC’ê yê navçeya Şêran Xelîl Îso wiha bi lêv kir: "Tevî temenê min yê mezin, ez parastina civak û gelê xwe dikim. Divê gelê me îro li şûna guh bide nexweşiyên ku dijmin belav dike, hevgirtî û parastina xwe bike."

/kr/uploads/files/2020/12/17/093813_082454_khlyl-aysw.webp

Têkildarî mijarê, endamê HPC’ê yê navçeya Taşlokê, Îsmaîl Hemo Mûsa wiha da zanîn: "Ji erka me ye, zanabûnê di nava mirovan de belav bike û wan li ser parastina gundên xwe hişyar bikin. Lê belê divê gel di vê merheleyê de piştî eniyên şer bibe mertal."

/kr/uploads/files/2020/12/17/093853_082412_asmaayl-hmw-mwsa.webp 

Îsmaîl bang li şêniyan kir ku dewriyeyên xweparastinê li gundên xwe bi rêxistin bikin û dive eniya hundirîn li dijî gendelî û nokerên di civakê de bin. Divê şêniyan wane û aqil ji astengî û azarên ku tê re derbas bûne wergirt bin."

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="316" src="https://www.youtube.com/embed/1ugTGR9PcVY" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>