Yasir Şohan: Talankirin û dizîna şûnwaran sûcekî şer e û wêrankirina bîraweriya mirov e

Pisporê şûnwaran ê sûrî Yasir Şohan diyar kir ku talankirina şûnwarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê sûcekî şer û sûcekî li dijî bîraweriya mirovahiyê ye. Bi wê re dewleta tirk hewl dide çandên gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rêya dizîn, wêrankirina şaristaniyê, biçewisîne. Lê dê têgihaştina gelên li herêmê berjewendiyên Erdogan ên bi armanca îmhakirina çanda herêmê, têk bibe.

Yasir Şohan: Talankirin û dizîna şûnwaran sûcekî şer e û wêrankirina bîraweriya mirov e
17 kanûn, 2020   08:30
REQA-EHMED ESAF

Şer û aloziya li Sûriyê ya bi dirêjahiya 10 salan, mohrek li wêrankirina şaristaniya herêmê xist, ji ber ev çand mîras û moralê gelên li herêmê ye û şahidê bûyerên di dîrokê de ye. Lê belê komên çete yên girêdayî dewleta Tirk şûnwar mîna çavkaniyeke aborî dîtin, bi wê re dest bi wêrankirin, dizîn û firotina wê kirin. Dîkaya Tedmirê di destpêkê de bi destê çeteyên DAIŞ’yê yên barbar hat wêrankirin. Ew çete bi piştevaniya yekser a deweta Tirk gihaştin herêmê. Piştre şûnwarên Efrîn û girên wê, şûnwarên Til Helef li pêş çavên tevahî cîhanê hatin wêrankirin.

Girêdayî mijarê, zanyar û pisporê şûnwaran ê sûrî Yasir Şohan ji ANHA’yê re axivî. Şohan piştrast kir ku li gorî qanûn û mîsaqên navneteweyî, kiryara ku dewleta Tirk û çeteyên wê di talankirin û dizîna şûnwarên li herêmên dagirkirî de pêk anîne, sûcekî şer û sûcê li dijî bîraweriya mirovahiyê ye. Lê NY’yê bi bêdengiya xwe ya  li hember hewldana Erdogan a çewisandina çanda herêmê, dibe hevpar. Ji ber artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li pêş çavên wê şûnwarên herêmê didize û talan dike, bi taybet şûnwarên Efrîn û Til Helefê.  

 ‘DIZÎN Û TALANKIRINA ŞÛWARAN SÛCEKÎ ŞER E’

Şohan da zanîn ku talankirin û dizîna şûnwarên li bakurê Sûriyê planeke bi metod e. Armanca wê jî çewisandina nasnameya herêmê ye, mîna çawa niha li Efrînê dibe. Ji ber herêmê bi şûnwar û pirrengiya çandê tê nasîn û ji girîngtirîn herêma şûnwar li cîhanê ye û tê de 64 cihên dîrokî û 25 goristanên olî hene. Lê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ew şûnwar û goristan dizîn û wêrankirin.

Şohan wiha got: "Şûnwar mîraseke şaristanî ye, ew jî ne tenê girêdayî gel e. Bi wê re êriş û talankirina şûnwaran li gorî biryara Konseya Ewlekariyê ya bi jimareya 2347, sûcekî şer e. "

 ‘TALANKIRINA DÎROKA TEL HELEFÊ’

Yasir Şohan eşkere kir ku cihê dîrokê yê Til Helefê yê nêzî Serêkaniyê ji şûnwarên çînên dewlemend e. Di destpêka sedsala 20’an de ji hêla gerokê bi navê Abion Hayin ve hat vekolandin. Lê piştî dagirkirina herêmê ji zêdetirî salekê ve bê navber çeteyên girêdayî Erdogan şûnwar dizîn, talan kir û wêran kir.

‘ARMANCA DEWLETA TIRK Û ÇETEYÊN WÊ JI WÊRANKIRINA ŞÛNWARAN’

Şohan bi lêv kir ku armanca dewleta Tirk û çeteyên wê ji wêrankirina şûnwaran çewisandin nasname, çand û asîmîlekirina dîroka herêmê ye. Lê berjewendiyên Erdogan bi sedema mûzaîka şaristanî û pirregniya çandî li herêmê pêk nayê.

 ‘PARASTINA ŞÛNWARÊN BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ’

Girêdayî mijarê, Şohan axivî ku pirsgirêka yekemîn a parastina şûnwarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ew e ku civaka navneteweyî di hesabxwestina sûcdaran de ne cidî ye. Ji ber ev sûcdar tevî hebûna qanûna navneteweyî ya parastina mîras, şûnwaran didizin. Sûcdar bi çavê mal û çavkaniya dewlemeniyê li şûnwaran dinêrin û mîna rûpelên ji dîrokê li şûnwaran nanihêrin.

Şohan wiha berdewam kir: "Parastina vê mîrasê, li ser tevahî şêniyên li ser vê xakê dijîn, erkek e û li gel piranî gelan zanabûna giştî ya parastina vê mîrasa şaristanî û dîrokî heye. Rola Desteya Çandê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di geşkirin û sepandina têgeha parastinê de mezin e."

Pisporê sûrî Yasir Şohan ê taybet bi şûnwarên Sûriyê, di 1999’an ji zanîngeha Şamê derçû.

Şohan di dirêjahiya salên aloziya Sûriyê de di gelek erkên mirovî bi hevkariya bi UNICEF’ê û UNDP’ê re xebitî.

Şohan niha bi awayekî serbixwe di navenda lêkolînan a şûnwaran a girêdayî belgekirina mîrasa madî û nemadî, mekanîzmaya parastina şûnwarên çandî yên Sûriyê û jinûve avakirinê de dixebite. Li aliyekî din jî Şohan di belgekirina kiryar û sûcên li dijî cihên dîrokî yên li herêma rojhilatê Sûriyê de jî dixebite. Her wiha tevî koma pisporan a belgekirin û şopandina parçeyên dîrokî yên hatine dizîn û belgekirin, kar dike.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/5w57lfepy5k" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>