Çalakiya greva birçîbûnê ji aliyê Koma 5`emîn ve hat dewrgirtin

Greva birçîbûnê ya ku ji bo şikandina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan û têkbirina zordariya li zîndanan hatibû destpêkirin, di roja 21`ê de ji aliyê koma 5`emîn hat dewrgirtin.

Çalakiya greva birçîbûnê ji aliyê Koma 5`emîn ve hat dewrgirtin
17 kanûn, 2020   07:36
NAVENDA NÛÇEYAN 

Greva birçîbûnê ya ji bo şikandina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan û bidawîkirina zordariyên li girtîgehan ji hêla gitiyên PKK'ê û PJAK'ê ve hatibû destpêkirin di roja  21'ê de, koma 5'an dewr girt.

Girtiyan di daxuyaniya xwe de gotin, ''Tekane armanca greva birçîbûnê ya ku girtiyên PKK'ê û PAJK'ê li hemû girtîgehan dane destpêkirin, ne tenê rakirina tecrîdê ye, lê heta ku Rêbertiya me azad nebe em ê çalakiya xwe bidomînin. Em li ser vê mijarê bang li tevahiya raya giştî dikin ku bila destekê bidin çalakiya me."