Gedo: Bila PDK keleman li pêşiya yekrêziya gelê Kurd ava neke

Salih Gedo diyar kir ku tenê dijminên gelê Kurd ji şerê navxweyî sûdê werdigirin. Her wiha bang li PDK`ê kir ku bila ti keleman li pêşiya yekrêziya gelê Kurd daneyne.

Gedo: Bila PDK keleman li pêşiya yekrêziya gelê Kurd ava neke
17 kanûn, 2020   03:24
QAMIŞLO-SÎMA BIROKÊ 

Di 13`ê mehê de hêzên PDK`ê êrîşên xwe birin ser gerîlayên HPG’ê li nêzî gundê Sêgirkê yê girêdayî navçeya Amêdiyê ya parêzgeha Duhokê li Başûrê Kurdistanê, di encamê wê êrîşê de 3`ê gerîla bi giranî birîndar bûn.

Girêdayî mijarê Sekreterê Giştî yê Partiya Çepgir a Demokratîk li Sûriyê Salih Gedo ji ajansa me re axivî.

Gedo diyar kir ku sedema derketina şerê birkujiyê planên dijminan e û tenê dijmin ji serê navxweyî yê di navbera gelê kurd de wê sûdê werbigire û wiha domand: "Em kurd di vê demê de di qonaxeke hestyar de ne, em ji aliyê dijminên xwe ve dorpêçkirî ne, dijminê me hemû li derdora me bi rengekî hovane êrîşî destkeftiyên me dikin."

Gedo da zanîn ku ew wekî partiyeke Rojavayê Kurdistanê gelek hewldanên xwe kirin da ku şerê birakujiyê rû nede ji ber ku tiştê ku niha li Başûrê Kurdistanê rû dide gelê Kurd gelekî pê diêşe.

Li ser heke tevgera hêzên PDK`ê rewşê kûrtir bikin wê çi ziyanê bigihîne gelê Kurd Gedo wiha got: "Wê PDK di bin zexta aliyê Kurdî de û di bin zexta dostên Kurdan de bigihê encamekê û wê baş bizanibe ku şerê birakujiyê ne ji berjewendiyê wê ye jî. Her wiha wê bizanibe ku ziyan dê bigihêje wê bêhtir ji hemû aliyên din yên Kurdî."

Gedo bang li hemû tevgerên siyasî yên Kurdistanî kir bi taybet aliyên peywendîdar bi vê mijarê de ku li hember berpirsyarên xwe yên neteweyî rawestin û bi rihê kurdayetiyê têkevin tevgerê. 

Sekreterê Giştî yê Partiya Çepger a Demokratîk li Sûriyê Salih Gedo di dawiya axaftina xwe de bang li PDK`ê kir ku ew wekî partiyekê xwedî rol e li ser asta Kurdistanî ji erkê wê ye ku piştgiriyê bide aliyên din ên Kurdistanî û wiha domand: "Bila PDK ti kelema li pêşiya yekrêziya gelê kurd ava neke û li xwe vegere ku em bikaribin di demeke nêz de kongreya neteweyî ya Kurdistanî li dar bixin."

Hêjayî gotinê ye tevî ku hemû tevgerên kurdî û gelê Rojavayê Kurdistanê bi xwe PDK`ê li ser planên dijminên gelê kurd hişyar dikin, lê heta niha PDK`ê ti helwesteke ku kirinên xwe tê de ji gelê kurd re zelal bike nedaye.

ANHA

<iframe width="560" height="316" src="https://www.youtube.com/embed/3gTB1fGCpr0" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>