Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Reqayê civîna xwe ya salane lidar xist

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, îro civîna xwe ya salane li avahiya Rêveberiya Xweser a li Reqayê civînek li dar xist. Di civînê de xebatên komîteyên girêdayî desteyê yên sala borî hatin nîqaşkirin û ji bo pêxistina warê perwerdeyê di sala bê de, plansazî hate danîn.

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Reqayê civîna xwe ya salane lidar xist
16 kanûn, 2020   17:46
 REQA

Tevahiya komîteyên girêdayî Desteya Perwerde û Fêrkirinê, hevserokatiya Saziya Materyalên Perwerdeyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê tev li civînê bûn.

Tevahiya komîteyan raporên xebatên salekê, astengiyên ku rastî warê perwerdeyê hatine xwendin û pêşniyarên xwe ji bo çareserkirina pirsgirêkên ku di sala borî de çêbûne, bi bîr xistin.

Ji ber belavbûna vîrusa koronayê dibistanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê heta demên dirêj hatin girtin. Lê ruxmî wê jî û li gorî nîqaşên civînê, nirxandina warê perwerdeyê ya îsal ji berê baştir bû.

Komîteyan û desteyê di civînê de, soz dan ku dê warê perwerdeyê li herêmê pêş bixin, dibistanên ku zirar dîtine sererast bikin û dibistanên din li herêmên ku di vê dawiyê de hatine rizgarkirin, ava bikin.

Di dawiya civînê de Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê spasiya komîteyan kir ji ber xebatên ku li tevahiya herêman pêşkêş kirine û hêvî kir ku sala nû ya xwendinê ji hemûyan re salek baş be.

(şx)

ANHA