Yewnanistan: YE’yê ji bo tirsa xwe li hember Tirkiyê disekine

Wezîrê Karên Derve yê Yewnanistanê Nikos Dendias piştî ku Washingtonê ceza li ser ceza li dewleta Tirk ferz kirin, kêfxweşiya xwe nîşan da û destnîşan kir ku YE ji bo ku dewleta Tirk li hember wê pirsgirêkek e danûstandinê pê re dike.

Yewnanistan: YE’yê ji bo tirsa xwe li hember Tirkiyê disekine
16 kanûn, 2020   20:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Karên Derve yê Yewnanistanê Nikos Dendias piştrast kir ku ew piştî biryara Washingtonê ya ferzkirina cezayan li dijî dewleta Tirk pir kêfxweş e.

Nikos Dendias destnîşan kir ku li dewleta Tirk tê nêrîn ku ew hêmaneke tevliheviya aramiya herêmê ye. Li aliyekî din jî Enqere diyaloga bi Atinayê re rawestandiye.

Nikos Dendias wiha domand: "Divê em ji dewleta Tirk re eşkere bikin xetên sor li ku derê ne û divê ew şantajên xwe rawestîne."

Nikos Dendias wiha bi dawî kir: "YE’yê li gorî ku dibîne dewleta Tirk li hember Ewropa pirsgirêk e, danûstandinê dike, ne weke ku dewletek e û nakokiya wê bi Yewnanistan û Qibrisê re danûstandinê bike."
(fr)