​​​​​​​Rêveberiya Jinan a Reqayê ji bo şermezarkirina sûcên dewleta Tirk çalakiya konvedanê li dar xist

Jinan li Reqayê rave kir ew piştgiriya jinên li Efrînê û Sûriyê yên ku rastî tundiyê ji hêla dewleta Tirk û çeteyên wê ve tên, dikin.

​​​​​​​Rêveberiya Jinan a Reqayê ji bo şermezarkirina sûcên dewleta Tirk çalakiya konvedanê li dar xist
​​​​​​​Rêveberiya Jinan a Reqayê ji bo şermezarkirina sûcên dewleta Tirk çalakiya konvedanê li dar xist
​​​​​​​Rêveberiya Jinan a Reqayê ji bo şermezarkirina sûcên dewleta Tirk çalakiya konvedanê li dar xist
​​​​​​​Rêveberiya Jinan a Reqayê ji bo şermezarkirina sûcên dewleta Tirk çalakiya konvedanê li dar xist
​​​​​​​Rêveberiya Jinan a Reqayê ji bo şermezarkirina sûcên dewleta Tirk çalakiya konvedanê li dar xist
​​​​​​​Rêveberiya Jinan a Reqayê ji bo şermezarkirina sûcên dewleta Tirk çalakiya konvedanê li dar xist
​​​​​​​Rêveberiya Jinan a Reqayê ji bo şermezarkirina sûcên dewleta Tirk çalakiya konvedanê li dar xist
16 kanûn, 2020   15:32
REQA

Rêveberiya Jinan a Reqayê li herêma Til Simnê li bakurê bajêr çalakiya konvedanê lidar xist. Bi dehan jin, endamên saziyên civaka sivîl, nûnerên Meclisa Jinan a Sûriyê, Partiya Pêşerojê ya Sûriyê û Weqfa Jina Azad tev li çalakiyê bûn.

Di bin konê çalakiyê de pankartên “Li dijî kujerên zarok û jinên Efrînê serî hildin”, “Gelo wijdana navaneteweyî ji qetilkirina jinan li ku derê ye?”, “Jina Reqayê ji bo jina Efrînê li hemberî Erdoganê zordest serî hil dide”, “Kurd, Ereb, Suryan, Tirkman û Asûr li dijî sûcên dewleta Tirk em bibin yek” hatin daliqandin.

Çalakî bi deqeyek rêzgirtin destpê kir, piştre endama Rêveberiya Jinan a Reqayê Meryem Îbrahîm axivî û destnîşan kir ku êdî jin li hemberî parçekirina tevna Sûriyê bêdeng namînin û bang li tevahiya jinan kir ku li hemberî rêbazên hovane û yên dermirovî yên dijmin li ber xwe bidin.

Endama Nivîsgeha Jinan a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Nêroz Ebdulrehman axivî û siyasetên hêzên navneteweyî yên ku dixwazin berjewendiyên xwe li ser hesabê gelê Sûriyê pêk bînin şermezar kirin.

Her wiha bi navê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Hele Hemdan û bi navê saziyên civaka sivîl Rîm El-Ehmed axivîn û sûcên dewleta Tirk ên li dijî jinan, şermezar kirin.

Piştre sînefizyonek girêdayî sûcên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate pêşendan.

Çalakiya konvedanê wê sibe bi dawî bibe.

(şx)

ANHA