​​​​​​​Sererastkirina rêya Reqa-Hesekê plana yekemîn a Desteya Şaredariyan a sala bê ye

Desteya Rêveberiya Herêmê û Şaredariyan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, îro civaka salane li navenda rêveberiyê ya Reqayê li dar xist. Di civînê de karên û destkeftiyên girîng ên 2020’an û planên sala bê hatin nîqaşkirin.

​​​​​​​Sererastkirina rêya Reqa-Hesekê plana yekemîn a Desteya Şaredariyan a sala bê ye
16 kanûn, 2020   15:28
REQA

Di civînê de tevahî komîteyên Rêveberiya Herêmî û Şaredariyan a  herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê amade bûn.

Di destpêkê de, tevahî komîteyan raporên xwe yên salane ku tê de xebatên salê hebûn, xwendin, li gel wê jî astengiyên li pêş wan û pêşniyarên ji bo pêşketina xebata sala bê jî hatin eşkerekirin.

Di raporan de, projeyên nû yên zindî û stratejî ku armancên wan başkirina rewşa xizmetguzariyên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye, hatin pêşniyarkirin.

Di navbera komîte û hevserokatiya Desteya Rêveberiya Herêmî û Şaredariyan de nîqaş li ser hin astengiyên li pêşberî komîteyan hatin kirin. Nîqaş der barê mijara kêmbûna nirxa qîrê li herêman, pirsgirêkên ava vexwarinê ya li Dêrazorê û hin herêmên dîtir de bûn.

PLANÊN PÊŞEROJÊ YÊN DESTEYÊ JI SALA BÊ RE

Hevserokê Desteya Rêveberiya Herêmî û Şaredariyan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Cozêf Lehdo piştrast kir ku dê sererastkirina rêya Reqa-Hesekê(rêya spî), sererastkirina pira nû ya li Reqayê bên temamkirin.

Cozêf Lehdo da zanîn ku ger gefên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam kirin, dê bi wê re jî bandoreke neyênî li xebatên desteyê bikin û nirxa lîreya Sûriyê kêm bibe.

Lehdo wiha diyar kir: "Dê deste  planên xwe yên der heqê  çopgeha li Qamişlo bidomîne û birefirehtir bike, da ku Hesekê jî di nava xwe de bihewîne."

Lehdo wiha domand: "Bi sedema tunebûna madeya bitumen û MC0 ya ku ji bo qîr tê bikaranîn, desteya însiyatîfek kir ku parzûna madeya fîyol bitumen û MC0 çêke. Her wiha dê wê madeyên jî ji bo qîrkirina rêyên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi kar bînin û dê pirsgirkên tevahî herêman çareser bike."

Ji planên pêşerojê yên Desteya Rêveberiya Herêmî û Şaredariyan, avakirin daîreya xizmetguzariyên pîşeyî li tevahî herêman, ji bilî Reqayê. Ji ber li Reqayê mîna vê daîreyê heye. Li gel wê jî gerînendetiya rêyên giştî, pire û rîgar û hwd ji amûrên girêdayî rêyan hatin avakirin.

Civîn bi xelatkirina Desteya Rêveberiya Herêmî û Şaredariyan ji komîteya rêveberiyên herêmî û şaredariyan re ji bok kedên di 2020’an de hatine dayîn, bi dawî bû.

(fr)

ANHA