Dewleta Tirk û çeteyên wê 7 ciwanên êlên li herêmên dagirkirî revandin

Li gorî çavkaniyekî herêmî ji kantona Girê Spî ya dagirkirî, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji gundê Zîdî 7 sivîl revandin û bi tawana dan û standina bi QSD`ê re tevahiya malên sivîlan talan kirin.

Dewleta Tirk û çeteyên wê 7 ciwanên êlên li herêmên dagirkirî revandin
16 kanûn, 2020   16:48
 EYN ÎSA

Çavkaniyekî herêmî ragihand ku leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên Ehrar El-Şerqiye ser malên gundê Zîdî yê li başûrê navçeya Silûkê li kantona Girê Spî ya dagirkirî de girtin. Gelek sivîl revandin û milkên wan talan kirin.

Heman çavkaniyan piştrast kir ku çeteyan bi tawana dan û standina bi Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) re 7 sivîl ji êla El-Bedo revandin, sewal, alavên wan û heta zêrînên jinan desteser kirin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di çend rojên dawîn de bi tawana bikaranîna çekan, 7 ciwanên din ji êlên Hinade û Meşhûr girtin.

(şx)

ANHA