Dewleta Tirk ji hin nuqteyên din ên li "herêmên bêçek” vedikişe

Di çarçoveya vekişîna ji deverên di bin kontrola hikumeta Şamê de, artêşa Tirk a dagirker dest bi vekirina alavên xwe yên leşkerî û lojîstîk ji nuqteyên dorpêçkirî kir û berê xwe da deverên dagirkirî.

Dewleta Tirk ji hin nuqteyên din ên li "herêmên bêçek” vedikişe
16 kanûn, 2020   14:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku dewleta Tirk a dagirker îro wesayîtên xwe ji Girê Tofan ê gundewarên Idlibê û El-Îsa ê gundewarên başûrê Helebê derxistin da ku tevî nuqteyên din ên dorpêçkirî li herêmên di bin kontrola hêzên hikumeta Şamê de li gundên Heleb, Hema û Idlibê, vala bike.

SOHR'ê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker vekirina alavên leşkerî û lojîstîk bi lez li nuqteyên dorpêçkirî didomîne û ber bi deverên ku li gundewarên Heleb û Idlibê li "herêmên bêçek” dagirkirî ve çû.

SOHR'ê da zanîn ku vekişîna giştî û radestkirina wan nuqteyan dê di serê salê de be.

SOHR'ê berî çend rojan ragihand ku gelek kamyon û wesayît ji bargeha Tirkiyê ya dorpêçkirî li gundê El-Serman a gundewarên başûrê Idlibê derket û ber bi gundên Idlibê ve çû.

(dm)