Meclisa Jinên Sûriyê ji bo Hesekê bang kir

Meclisa Jinên Sûriyê şaxê Hesekê qutkirina avê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve şermezar kir û bang li rêxistinên mafên mirovan kir ku yekser destwerdanê bikin û bi milyonan kesî ji tîbûnê rizgar bikin.

Meclisa Jinên Sûriyê ji bo Hesekê bang kir
Meclisa Jinên Sûriyê ji bo Hesekê bang kir
Meclisa Jinên Sûriyê ji bo Hesekê bang kir
Meclisa Jinên Sûriyê ji bo Hesekê bang kir
16 kanûn, 2020   13:56
QAMIŞLO

Meclisa Jinên Sûriyê îro bi daxuyaniyekê qutkirina ava stasyona Elok ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve ku avê dide bajarê Hesekê, şermezar kir.

Endama Meclisa Jinên Sûriyê ya bajarê Hesekê Sena Hiso bi beşdariya endamên meclisê û endamên Partiya Pêşerojê ya Sûriyê, daxuyanî li pêşiya Komseriya NY`yê ya li bajarê Qamişloyê xwend.

Beşdaran pankartên "Na ji bêdengiyê re", "Hesekê dixeniqe, wê rizgar bikin" û "Bang li cîhanê dikin ku destwerdanê bikin û milyonan rizgar bikin" rakirin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin dewleta Tirk gelek caran ava stasyona Elok ji ser Hesekê û gundewarên wê qut dike û aloziya avê ya li Hesekê gefan li jiyana bi milyonan kesan dixwe.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku stasyona Elok jêdera sereke ya ava bi milyonan kesan e, di heman demê de çavkaniya avê ji bo kampên Hol, Erîşa û Waşûkanî, lewra heke pirsgirêka qutkirina avê dewam bike, dê şênî neçar bimînin ava nepaqij vexwin û ev jî jiyana şêniyan dixe talûkeyê.

Di berdewama daxuyaniyê de qutkirina artêşa Tirk û komên terorîst ên pê ve girêdayî, ji ava stasyona Elok re hate şermezarkirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku qutkirina ji ser şêniyên Hesekê û derdora bajêr, qanûnên navneteweyî binpê dike û wekî sûcekî şer tê dîtin, di heman demê de mafên gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên sereke û bidestxistina ava vexwarinê û bikaranînê diçewisîne.

Di dawiya daxuyaniyê de Meclisa Jinên Sûriyê bang li NY`yê, Meclisa Ewlekariyê, Rêxistina WHO, UNICEF, Nivîsgeha Koodînasyona Kar û Barên Mirovî û Komseriya Bilind a Mafên Mirovan, hikumeta DYA`yê, Yekitiya Ewropayê, Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor, Komseriya NY`yê ya Kar û Barên Penaberan kir ku zextê li hikumeta Tirkiyê û komên pê ve girêdayî bikin, ku avê bide herêmên bêav û garantiyê bidin ku ev sûc careke din neyê dubarekirin.

(eh)

ANHA