`Tundiya siyasî mafên jinan diçewisîne`

Li bajarên Heleb û Minbicê îro bi slogana "Tundiya siyasî ya li dijî Jinan" 2 semîner hatin lidarxistin.

`Tundiya siyasî mafên jinan diçewisîne`
`Tundiya siyasî mafên jinan diçewisîne`
`Tundiya siyasî mafên jinan diçewisîne`
`Tundiya siyasî mafên jinan diçewisîne`
`Tundiya siyasî mafên jinan diçewisîne`
`Tundiya siyasî mafên jinan diçewisîne`
`Tundiya siyasî mafên jinan diçewisîne`
`Tundiya siyasî mafên jinan diçewisîne`
16 kanûn, 2020   14:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Jinan a Partiya Pêşerojê ya Sûriyê şaxê Minbicê û Nivîsgeha Jinan a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD)li Helebê, 2 semînerên têkildarî tundiya siyasî ya li dijî jinan li dar xistin.

MINBIC

Panel li Nivîsgeha Mihemed Menla Xezîla bi beşdariya endamên jin ên sazî, komîteyên jinan û partiyên siyasî hate lidarxistin.

Berdevka Meclisa Jinên Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Îbtîsam Abdulqadir axivî û tundiya siyasî ya li dijî jinan da nasîn û diyar kir ku ev tundî jinan ji ravekirina raya xwe ya siyasî, tevlêbûna partiyan û parlamentoyê bê par dihêle.

Piştre seroka Nivîsgeha Birêxistinkirinê ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Asya El-Hisên behsa rola jinan di qada siyasî de kir û got ku jinan dîroka xwe nas kir, di hemû qadan de gav avêtin, di dirêjahiya salên şoreşê de cihê xwe di rêveberiyê, hevserokatiya partiyên siyasî, saziyên leşkerî û çandî de girt.

Di dawiya semînerê de beşdaran tevlêbûna jinan di warê siyasî de û rola wê di çêkirina biryaran de nîqaş kirin.

HELEB

Li bajarê Helebê bi heman mebestî li hola civînan a li rojhilatê taxa Şêxmeqsûd bi beşdariya nûnerên partiyên siyasî, tevgerên jinan û kesayetên serbixwe, semînerek hate lidarxistin.

Endama rêveberiya Nivîsgeha Jinan a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Neclaa Hemze mijarên panelê bi bîr xistin.

Di semînerê de mijarên wekî sedemên tundiya siyasî ya li dijî jinan û teşeyên wê yên cihereng mîna girtina bê darizandin, bêparhiştina ji dengdayînê û paşguhkirina bi zanabûn a rola wê ya siyasî hatin şîrovekirin.

Paşê beşdaran nêrînên xwe der barê rêbazên parastina jinan ji tundiya siyasî bi rêya sazkirina qanûnan û pêxistina xuyanga jinan bi rêya ragihandinê rave kirin.

Endama Meclisa Serokatiya MSD`ê Fehîma Hemo pirsên beşdaran bersivandin û got ku projeya Rêveberiya Xweser a ku jin tê de bi rêjeya ji sedî 50 cih digire, di warê bidestxistina jinan mafên xwe yên qanûnî û zêdekirina rêjeya nûnertiya wê ya siyasî de, ji nimuneyên herî serkeftî ye.

(eh-şx)

ANHA