ꞌCezayên DYA’yê dawî li kiryarên dewleta Tirk nayninꞌ

Nivîskar û rojnemevanê ji Yemenê Tariq Hedad got cezayên DYA’yê yên li dijî dewleta Tirk, tenê di çarçoveya zextê de ne, ji ber vê cezayên ku hatine ferzkirin dê piştgiriya dewleta Tirk ji komên terorîst re ranewestînin û destwerdana wê ji dewletên herêmê re jî dê bi dawî nekin.

ꞌCezayên DYA’yê dawî li kiryarên dewleta Tirk nayninꞌ
16 kanûn, 2020   13:34
QAHÎRE - EMANÎ EZAM

Roja duşema derbasbûyî Wezareta Gencîneyê ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) li dijî Serokatiya Pîşesaziya Parastinê ya dewleta Tirk û serokê wê Îsmaîl Demîr ceza ferz kirin.

Têkildarî mijarê dewletên endamên Yekitiya Ewropayê (YE) di 11`ê Kanûnê de biryara berfirehkirina cezayên li dijî Tirkiyê da û li gorî biryara ragihandî, lîsteyeke reş çêkir.

Têkildarî mijarê nivîskar û rojnamevanê yemenî Tariq Hedad got cezayên DYA’yê yên li dijî Tirkiyê ferz kirine, tenê dosyayeke zextkirinê ye, .

Nivîskar Tariq Hedad destnîşan kir ku cezayên li dijî Enqereyê hatine birîn, dê kiryarên dewleta Tirk û piştgiriya ji komên terorîst re bi dawî nekin, ji ber ku Erdogan dixwaze li herêmê hebûneke tirkî çêke, bi taybet piştî ku dewleta Tirk bawer kir ew tev li YE`yê nabe.

 (eh)

ANHA