Artêşa Tirk a dagirker cenazeyên kuştiyên xwe dibin yê çeteyan jî dihêlin

Şervanekî Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) diyar kir ku ruxmî QSD`ê destûr da ku artêşa Tirk a dagirker cenazeyên kuştiyên xwe ji herêmê rakin, lê xuya bû ku tenê cenazeyên kuştiyên xwe rakirine û cenazeyên çeteyan hîştin.

Artêşa Tirk a dagirker cenazeyên kuştiyên xwe dibin yê çeteyan jî dihêlin
16 kanûn, 2020   13:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Di 24’ê Mijdara 2020`an de dema ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişî gundê Meilek û Seyda kirin û xwestin derbasî wan gundan bibin, lê şervanên QSD`ê êrişên wan têk birin û di encamê de 18 kuştî û hejmareke birîndarên wan çêbûn.

Der barê mijarê de yek ji şervanên QSD`ê Cesûr Reqa axivî û wiha got: “Artêşa Tirk û çeteyên wê piştî ku 2 caran êrişî navçeyê kirin, me êrişên wan têk birin û gelek ji wan kuştin. Em wek Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) em ê li ber xwe bidin û em ê herêmê biparêzin. Piştî ku me êrişên wan têk birin, me hejmareke cebilxaneya çeteyên ‘Sultan Suleyman Şah’ bi dest xist.”

Her wiha Cesûr Reqa destnîşan kir ku piştî çete bi paş de kişiyan, QSD destûr da ku dewleta Tirk bi navbeynkariya hêzên Rûsyayê cenazeyên kuştiyên xwe ji herêmê derxin. Lê paşê xuya bû ku dewleta Tirk tenê cenazeyên leşkerên Tirk û serçeteyan rakirine û cenazeyên çeteyan jî hiştine.

Şervanê QSD`ê Cezûr Reqa di dawiyê de destnîşan kir ku ew ê herêmê ji hemû êrişan biparêzin.

ANHA