'Tişta li Şengalê diqewime, komployeke qirêjî ye'

Bi hezaran şêniyên bajarê Hesekê di xwepêşandanekê de peymanên li dijî çarenûsa Şengalê şermezar kirin û ji civaka navneteweyî xwest ku bi erka xwe ya exlaqî ji bo gelê Şengalê rabe.

'Tişta li Şengalê diqewime, komployeke qirêjî ye'
'Tişta li Şengalê diqewime, komployeke qirêjî ye'
'Tişta li Şengalê diqewime, komployeke qirêjî ye'
'Tişta li Şengalê diqewime, komployeke qirêjî ye'
'Tişta li Şengalê diqewime, komployeke qirêjî ye'
16 kanûn, 2020   12:24
HESEKÊ

Ji bo şermezarkirina peymanên di navbera hikumeta Iraqê û Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) de yên der barê çarenûsa gelê Şengalê de bi hezaran şêniyên bajarê Hesekê derketin xwepêşandanê.

Gel li pêşiya Şaredariya Gel a taxa Xiwêran a bajarê Hesekê kom bûn û ji wir dest bi meşê kir.

Xwepêşandêr ber bi Stada Beledî ve çûn, pankartên "Ji şerê birakujiyê re na… dem dema yekitiya neteweyî ye", "Peymanên ku ne li gorî vîna gel in, nayên qebûlkirin" hatin hildan.

Li ber Stada Beledî meş veguherî mîtîngê. Hevseroka Meclisa Kantona Hesekê Semer Abdullah axivî û got: “Di van rewşên hestiyar û metirsîdar ên ku herêmên me tê re derbas dibin û bi taybetî Şengal, rastî komployên qirêjî ku xwedî armancên siyasî yên berfirehkirinê ne tê."

Semer Abdullah anî ziman ku ev peyman ku hêzên derve û bi taybet dewleta Tirk destwerdan lê kir, hewl tê dayîn ku li herêmê projeya xwe ya Îxwanî pêk bîne. Semer Abdullah diyar kir ku ev peyman qirkirineke nû li dijî vîna gelê Şengalê ye.

Mîtîng bi berzkirina sloganên ku berxwedana Şengalê silav dike, bi dawî bû.

(dm)

ANHA