Kenan Berekat: Hêzên me li ser êrişên li dijî nivîsgehên hin partiyan dest bi lêpirsînan kirine

Desteya Hundirîn a herêmê Cizîrê piştrast kir ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn der barê êrişên li dijî nivîsgehên hin partiyan li herêma Cizîrê ji kêliya yekem ve dest bi lêpirsînan kirin û got dê sûcdar li gorî qanûnê radestî dadgehan bên kirin.

Kenan Berekat: Hêzên me li ser êrişên li dijî nivîsgehên hin partiyan dest bi lêpirsînan kirine
16 kanûn, 2020   09:37
NAVENDA NÛÇEYAN-EKREM BEREKAT

Di 14-15'ê kanûnê de li Dirbêsiyê, Amûdê û Hesekê li dijî nivîsgehên hin partiyên siyasî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê êriş pêk hatin. Li ser wê yekê hin aliyan ji bo xizmeta berjewendiyên kesayetan bikin, bêyî ku îspatên wan hebin dest bi tewanbariyan kirin.

Têkildarî mijarê, Hevserokê Desteya Hundirîn a herêmê Cizîrê Kenan Berekat di hevpeyvîneke bi ajansa me re got: “Em êrişên ku di dema dan û standinên ji bo yekitiya kurdî tên kirin de, red dikin."

Berekat diyar kir ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn a herêmê Cizîrê ji kêliya yekem ve dest bi lêpirsînan kiriye. Her wiha destnîşan kir ku ev êriş ne li gorî qanûnên herêmê Cizîrê ne û mafê tu kesî tune ye ku êrişî nivîsgeh an saziyên giştî û taybet bike û wan xerab bike.

Berekat piştrast kir ku lêpirsîn berdewam in û wiha domand: “Dema ku sûcdar bên girtin, li gorî qanûnê wê radestî dadgehan bên kirin.”

(dm)

ANHA