Hejmara pêketiyên Korona li cîhanê 72 milyon derbas kir

Li gorî daneyên îro, li cîhanê zêdetirî 72 milyon kes bi (Covid-19) ketine û milyonek û 629 hezar kesî jiyana xwe ji dest daye.

Hejmara pêketiyên Korona li cîhanê 72 milyon derbas kir
16 kanûn, 2020   09:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî daneyên ku malpera Reutersê parve kirine, ji destpêka belavbûna vîrusa korona ve li seranserî cîhanê zêdetirî 72 milyon û 339 hezar kes bi koronayê ketine û milyonek û 629 hezar kesî jiyana xwe ji dest daye.

Li gorî marpelê, li 60 welatên cîhanê hîna hejmara pêketiyan bilind e û di serî de Amerîka tê, piştre Brezîlya, Tirkiyê, Hindistan û Rûsya tên.

Ji aliyê hejmara miriyan ve jî dîsa Amerîka di rêza yekemîn de ye, piştî wê Îtalya, Brezîlya, Meksîko û Rûsya tên.

(dm)