​​​​​​​Rojnameyên Erebî: Wezîrê derve yê Sûriyê beriya Rûsya çû Îranê

Rojnameyên Erebî yê îro der barê serdana wezîrê karên derve yê Sûriyê bo Moskovê, aloziya Lîbyayê û geşedanên li Tûnisê de nivîsîn.

​​​​​​​Rojnameyên Erebî: Wezîrê derve yê Sûriyê beriya Rûsya çû Îranê
16 kanûn, 2020   09:24
NAVENDA NÛÇEYAN

`MIQDAD PIŞTÎ ÎRANÊ DÊ SERDANA RÛSIYA BIKE`

Derbarê geşdeanên li Sûriyê rojnameya Şerq El-Ewsat nivîsî: "Îro wezîrê karên derve yê Sûriyê Fêsel Miqdad dê serdana Moskovê bike, ku serdena wî ya yekem ji bo Rûsya ye piştî ku bû wezîrê karên derve.”

Wezareta karên derve ya Rûsyayê diyar kir ku ew bi hêvî ne ku dosyaya Sûriyê bi awayekî berferh bête nirxandin, her wiha mijarên girêdayî karên hevbeş yên her du aliyan jî dê bêne nirxandin û gotûbêjkirin. Piştî ragihandina amadekariyên serdanan, hin gengeşî çêbû, ji ber ku Miqdad piştî ku erkên xwe wergirtin serdana wî ya yekem bo Tehranê bû.

Berdevka wezareta karên derve ya Rûsyayê Maria Zakharova der barê mijarê got: "Pêwîste em pirsa paşxaneya siyasî ya biryara serdana wezîrê karên derve yê Sûriyê yê nû Feysal Miqdad bo Tehranê nekin, em nebêjin çima wî destpêkê serdana Tehranê kir."

Tişta balkêş ew e ku medyaya Rûsyayê got ku, serdana wezîrê nû ya destpêkê bo Tehranê siyaseta wî diyar dike, hin rojnamevanan jî gotin ku "jixwe Miqdad nêzî Tehranê ye."

`BINKEFTINA DIYALOGA LÎBYAYÊ METIRSIYÊN TIRKIYÊ YÊN DER BARÊ DESHILATA NÛ KÊM KIRIN`

Der barê geşedanên Lîbyayê de jî rojnameya El-Ereb nivîsî: "Endamên plantforma diyaloga siyasî ya Lîbyayê der barê mekanîzmaya namzetiya bo desthilata nû, negihiştin biryareke hevbeş, ev jî helwesta Tirkiyê bi hêz dike, ji ber ku Tirkiyê dixwaze serokê hikûmetê yê niha Fayiz El-Serac li ser desthilatê bimîne, da ku hevpyemana dansîna sînorên deryayê neyê betalkirin, her wiha projeyên Tirkiyê yên mayî jî bêne pêkanîn."

Tirkiyê li dijî wê ye ku desthilateke nû bête avakirin, lewma ji destpêkê ve hewl da ku kar û barê platforma diyalogoa siyasî ya Tûnisê asteng bike. Jixwe civîna pêşîn ya platformê bê encamp bi dawî bû.

Binkeftina diyalogê tê wateya ku dê El-Serac li ser hikûmetê û meclisa serokatiyê ya heyî bimîne, heta ku meha Berfanbarê ya bê, hilbijartin bêne pêkanîn, ku ew jî pir zehmet e, ji ber ku Isamî li dijî pêkanîna hilbijartinan e".

`JI BER HELWESTA EL-XENÛŞÎ CIVÎNA PARLAMANÊ YA ŞERMEZARKIRINA TERORÊ HATE BETALKIRIN`

Rojnameya El-Beyan jî têkildarî rewşa Tûnisê wiha nivîsî: "Duh parlamantoya Tûnisê civîna xwe ya gitştî betal kir, ku dihat payin tê de pêşnûmeya şermezarkirina terorê bihata nirxandin. Her wiha dihate xwestin ku aliyên siyasî yên piştgiriya terorê dikin bêne eşkerekirin, pêşnûme her wiha ji hikûmetê dixwaze ku çavkaniyên terorê û aliyên ku terorê fînanse dikin tune bikin û rêxistinên siyasî ku banga fikirên radîkal û tundiyê dikin, ji hev bixin. Pêşnûme ji aliyê bloka "Makzagona Azad" ve hatibû pêşniyarkirin.”

Ji ber ku endamên parlamanê beşdar nebûn (ji 217 endaman 48 beşdar bûn), pêşnûme nehate nirxandin û ji bo nirxandinê demek nehate destnîşankirin.