Xerçkirina zêde ya kehrebeyê bandoreke neyinî li gund û bajarên Cizîrê dike

Hevseroka Nivîsgeha Enerjî û Peywendiyan a Herêma Cizîrê diyar kir ku xerçkirin û bikaranîna zêde ya kehrebeyê dibin sedema qutkirinê û bang li welatiyan kir ku ji wan re bibin hevkar û kehrebeyê zêde xerç nekin.

Xerçkirina zêde ya kehrebeyê bandoreke neyinî li gund û bajarên Cizîrê dike
Xerçkirina zêde ya kehrebeyê bandoreke neyinî li gund û bajarên Cizîrê dike
Xerçkirina zêde ya kehrebeyê bandoreke neyinî li gund û bajarên Cizîrê dike
Xerçkirina zêde ya kehrebeyê bandoreke neyinî li gund û bajarên Cizîrê dike
16 kanûn, 2020   08:59
QAMIŞLO – LÎLAV DÎWANÎ

Li herêma Cizîrê bi hatina zivistanî re kehrebe piraniya demê qut dibe. Sedem ew e ku kehrebe ji bo germkirinê pir tê xerçkirin. Her wiha li burcên veguhestina enerjiya kehrebeyê binpêkirin ji aliyê şêniyan ve çêbûn û di encamê de ziyan gihişt tora kehrebe û zext li ser teransan çêbûn. Ji ber vê yekê kehrebe li gelek gund û bajarên herêmê qut bibe.

Hevseroka Nivîsgeha Enerjî û Peywendiyan a Herêma Cizîrê Ahîn Siwêd diyar kir ku çêkirina enerjiya kehrebê stûna herî girîng a pergala kehrebayê ye û got: "Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rêya sê bendavên girêdayî hev (Bendava Rojava anku Tişrîn a berê, Bendava Tabqa, berê Firat û Bendava Azad Huriya ya berê) kehrebê werdigire. Hêza hilberînê 100 mega wat di saetekê de ye, hilberîna enerjiyê ji xeta şeşemîn a ku Bendava Tebqa û stasyona Bewab a li Hesekê bi herêma Cizîrê ve girêdide tê veguhestin."

Ahîn Siwêd diyar kir ku jêdera din a derxistina enerjiya kehrebê tûrbînên stasyona Siwêdiyê ya girêdayî kantona Hesekê ye û wiha domand: "Du navend hene, yek ji bo beşê kehrebeyê ye ku 5 tûrbîn tê de hene û 2 jî ne di xizmetê de ne. Hêza hilbirînê ya navîn a her sê tûrbînan 45 mega wat e. Navenda din jêdera pertrolê ya li li Rmelan e ku tê de 7 tûrbîn hene, hêzê hilbîrîna van tûrbînan ji 70 heta 80 mega wat e."

'ENERJİYA HİBİRÎNA YA BENDAV Û TÛRBÎNAN TÊRÊ NAKÊ'

Ahîn Siwêd destnîşan kir ku enerjiya hilbirîna bendav û tûrbînan têrê nakê ku pêwîstiya herêma Cizîrê ji kehrebê bi cih bîne, ji ber ku pêwîstiya herêmê ji 500 heya 500 mega wat heye. Ahîn Siwêd got: "Hêza enerjiya bendavan diyarker e, ji ber ku rêjiya avê ya ku ji Tirkiyê tê kêm e û ev dibe sedema ku saetên dayîna kehrebe li gund û bajarên herêmê kêm be."

Li gorî Ahîn Siwêd di du salên borî de du trûbîn hatin danîn yek li navenda petrolê ya bajarokê Rimêlan û ya din stasyona Siwêdê ye.

Ahîn Siwêd  da zanîn ku xebat ji bo damezrandina pergala kehrebayî ya entegre li devera Cibisa ya li başûrê Hesekê, avakirina stasyoneke kehrebê, sê tûrbîn û xetên veguhastina hêza kehrebe ji bo navçeya Şedadê û stasyona Mezraa ya li Holê  tê kirin û wiha domand: "Xebata vê projeyê baş dimeşe. Niha di pêvajoya tecrûbeyê de, dema piştrast bû ku amade ne wê bikevin xizmetê. Ev tûrbîn wê bi rêz bi hev ve werin girêdan da ku kehrebe bide navçeya Şedadê û gundên girêdayî wê."

Ahîn Siwêd got ku pirsgirêkên ku dibin sedema xerabûna tora kehrebeyê; zextên li ser taransan e ku di encamê de xirab dibin, pirsgirêka xerçkirina zêde ji aliyê şêniyan ve bi taybet di zivistanî de.

Hevseroka Nivîsgeha Enerjî û Peywendiyan a Herêma Cizîrê bang li şêniyan kir ku kehrebe zêde xerç nekin da ku ziyan çênebin û di encamê de herêm ji kehrebeyê mehrûm nebe.

'XERÇKIRINA ZÊDE BANDOREKE NEYINÎ LI HER KESÎ DIKE'

Şêniyê bi navê Mehmûd Mişeleh ê ji bajarê Qamişlo bang li şêniyan kir ku dûr ezezîtiyê bikevin û kehrebe zêde xerç nekin da ku her kes jê sûdê bigire û got: " Madem mazot heye, ne girîng e ku ez hemû germkerên kehrebayî bi hev re bixebitînim, heger ziyan bighêje taransan dê bandoreke neyinî li her kesî bibe."

Şêniyê bi navê Hesen Mehmûd jî bal kişand ser saetên dayîna kehrebê di payîz û zivistanî de û wiha domand: "Zivistanî kehrebe baş bû û çend saetan tenê qut dibû, lê niha saetên dayîna kehrebê pir kêm bûye, ji ber zêde tê xerçkirin û di encamê de zext li ser tarnsan çêdibe û xirab dibin."

Mehmûd diyar kir ku heya ew karibe kehrebê zêde xerç nake û bang li şêniyan kir ku li gorî pêwîstiyên xwe kehrebê bi kar bînin û vala xerç nekin û wiha got: "Çawa mirov dixwaze her tişt ji bo wî tenê be? Divê ji kesên din re jî bixwaze, bikaranîna zêde dihêle her kes ji kehrebê mehrûm be."

Elaa Yûnis jî da zanîn ku saetên dayîna kehrebê di zivistanî de ji demên din cûda ye û ev tişt diyar kir:"Di zivistanî de ji ber alavên germkirinê yê li ser kehrebê barekî giran li ser xetên kehrebeyê çêdibe. Ne gereke ku hemû germkerên kehrebeyê bi hev re bixebitînim. Divê em barê li ser kehrebeyê sivik bikin da ku pirsgirêk çênebin."

Yûnis destnîşan kir ku binpêkirinên li burcên enerjiya kehrebeyê ya ku enerjiyê ji taransan belavî gund û bajaran dike yek ji sedemên sereke ye ku pirsgirêk derkevin. Yûnis bang li şêniyan kir ku bi hev re hevkar bin û kehrebe zêde xerç nekin.

ANHA