Wezîrê karên derve yê Sûriyê piştî Tehranê diçe Moskovê

Wezîrê karên derve yê hikumeta Şamê Feysal Miqdad îro serdana Moskovê dike û tê payîn ku piraniya dozên girêdayî rewşa Sûriyê bi wezîrê derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov re nîqaş bike.

Wezîrê karên derve yê Sûriyê piştî Tehranê diçe Moskovê
16 kanûn, 2020   08:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê bi daxuyaniyekê got wê sibê Sergey Lavrov û Miqdad “piraniya dozên girêdayî rewşa Sûriyê” nîqaş bikin.

Wezaretê di dewama daxuyaniyê de wiha got “Dê girîngiyê bidin pêşketinên li Sûriyê û qonaxa pêş û di nav de xurtkirina hewldanên çareseriya siyasî ya li gorî biryara Meclisa Ewlehiyê ya NY`yî ya hejmar (2254), ji nû ve avakirina welêt piştî bidawîbûna şer û hewldanên ji bo vegerandina penaberên Sûriyê.”

Serdana Miqdad ji paytexta Rûsyayê re di çarçoveya berdewamkirina têkiliyên di navbera wezîrê berê Welîd Muelim û Lavrov de, pêk tê. Di demekê de ku Moskov hewl dide têkiliyan bi wezîrê nû re deyne ku di daxuyaniyeke berê de jî hatibû diyarkirin ku dê her du alî nêrînan derbarê dozên herêmî û navneteweyî de parve bikin.

Piştî hatina Miqdad ser peywirê, ev cara yekemîn e ku serdana Moskovê dike.

(cx)