Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 7 kesên din bi korona mirin û 48 jî pêketin ketin

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku 7 kesên din ji ber nexweşiya korona jiyana xwe ji dest dan û 48 kesên din jî pêketin.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 7 kesên din bi korona mirin û 48 jî pêketin ketin
16 kanûn, 2020   08:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mistefa destnîşan kir ku kesên ji ber vîrusê jiyana xwe ji dest dane ev in: Du mêr û jinekê li Şehba, mêrek û jinek li Qamişlo û du mêr jî li  Hesekê û Amûdê ne."

Mistefa da zanîn ku 48 kesên nû yên li herêmên Bakur û Rojhilê Sûriyê bi vîrusê ketine, 24 mêr in û 24 jî jin in û li van herêman in:

HESEKÊ: 4

Qamişlo: 3

Dêrikê: 7

Rimêlan: Yek

Girkê Legê: Yek

Tirbespiyê: Yek

Reqa: 6

Tebqa: 6

Minbic: 4

Dêrazorê: 2

Kobanê: 2

Hevserokê Desteyê diyar kir ku 9 kesên bi vîrusa Koronayê ketibûn jî  baş bûne.

Bi vî awayî hejmara pêketiyên vîrusê gihaşt 7 hezar û 581 kesan, ji wan 241 kesan jiyana xwe ji dest dane û hezar û 87 kes jî baş bûne.

(eh)