Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên azadiyê di roja 20`an de didome

Girtiyên di greva birçîbûnê ya bêdem-dorveger ku li dijî tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan dabûn destpêkirin, di roja 20`an de didome.

Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên azadiyê di roja 20`an de didome
16 kanûn, 2020   08:24
NAVENDA NÛÇEYAN 

Greva birçîbûnê ya li girtîgehan a ji bo bidawîkirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan di 27'ê Mijdarê de dest pê kir, dewam dike. Çalakiya ku ji aliyê koma çaran ve tê meşandin di roja 20'an de ye. Girtiyan û malbatên wan têkildarî greva birçîbûnê banga piştgiriyê kirin. Greva birçîbûnê wê sibe dewrî koma pêncemîn bê kirin.