​​​​​​​TEV-DEM: Bûyera li Amêdiyê dibe ku destpêka qonaxa windakirina destkeftiyan be

TEV-DEM`ê bi daxuyaniyekê êrişa dawîn a hêzên PDK`ê ya li dijî gerîlayên HPG`ê wek windakirina destkefiyên Kurdan bi nav kir û bang li aliyên kurdî kir ku nakokiyan bi diyalogê çareser bikin.

​​​​​​​TEV-DEM: Bûyera li Amêdiyê dibe ku destpêka qonaxa windakirina destkeftiyan be
16 kanûn, 2020   07:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) girêdayî êrişa dawîn a hêzên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li dijî gerîlayên HPG`ê yên li herêma Amêdiyê ya Başûrê Kurdistanê ku di êrişê de 3 gerîla birîndar bûbûn, daxuyaniyeke nivîskî parve kir.

Di daxuyaniya TEV-DEM`ê de îşaret bi van xalan hate kirin:

“Bêguman hemû hêzên siyasî û nîştimanî yên kurdistanî dizanin ku welat û gelê me rastî planên herî qirêj di serdema nûjen de tên, ku ji aliyê navendên şer ên li Tirkiyê ve tên birêxistinkirin û birêvebirin. Ew her tim hewl didin bi rêbazên nû Kurdistanê dagir bikin, fitneyê derxin û nakokiyên di navbera hêzên kurdistanî de zêde bikin da ku wan ji hev qut bikin.

Dewleta Tirk li ser hesabê ajande û komên îslamî yên radîkal dijî û wan wekî hêzeke şerker ji bo pêkanîna çavnebariyên xwe li Kurdistanê, herêmê û tevahî cîhanê bi kar tîne.

Bûyera dawîn a li herêma Amêdiyê ya Başûrê Kurdistanê dibe ku destpêka qonaxa windakirina destkeftiyên ku gelê Kurd bi xwîna xwe bi dest xistine. Bingeha nîştimanî ya kurdî li ser esasê biratiya her çar parçeyên Kurdistanê hatiye avakirin. Bûyera ku rû daye xizmeta berjewendiyên gelê Kurd nake û dikeve xizmeta berjewendiyên dagirkeriya Tirk.

Ya herî girîng ji bo parastina van nirxan, diyaloga netewî ye, hîna dem bi me re heye. Xeteriya vê qonaxê li ser me ferz dike ku em rê nedin rijandina xwîna ciwanên Kurdistanê. Divê em wê yekê ji bo pêşxistina diyaloga di navbera aliyên kurdî de ji bo têkbirina hemû planên dijberî gel û doza me, esas bigirin.

Wek Tevgera Civaka Demokratîk, em bang li xwişk û birayên xwe yên di nava hêzên pêşmergeyên Kurdistanê de û gelê xwe yê berxwedêr dikin ku dagirkeriya Tirk ji xaka me derxin. Divê em ji xeteriya van planan hişyar bin û bi pey lîstokên ku nakevin xizmeta doza kurdî û gelê Kurd, nekevin. Ji ber ku şerek rû bide dê şerekî kurdî-kurdî be, ne şerekî di navbera kurdan û dewleta Tirk de be.

Divê hêzên siyasî û nîştimanî yên kurdistanî û rêxistinên civaka sivîl bi lez destwerdanê bikin da ku şerê kurdî-kurdî asteng bikin û refên xwe û helwestên xwe yên neteweyî bikin yek.”

(cx)

ANHA