Meclisa Ewlehiyê ya NY`yî banga derxistina çeteyan ji Lîbyayê kir

Meclisa Ewlehiyê ya NY`yî banga derxistina hemû çete û çekdarên biyanî ji xaka Lîbyayê û pêkanîna peymana agirbestê ya di navbera aliyên Lîbyayê de, kir.

Meclisa Ewlehiyê ya NY`yî banga derxistina çeteyan ji Lîbyayê kir
16 kanûn, 2020   08:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro Meclisa Ewlehiyê ya NY`yî bi civîneke girtî bi rêya dîmen, rewşa Lîbyayê nîqaş kir û banga derketina hemû çekdar û çeteyên biyanî ji Lîbyayê kir, ku ew yek li gorî peymana agirbestê ya 23`ê Cotmehê ya di navbera liyên lîbî de, Kongreya Berlînê û biryarên Meclisa Ewlehiyê ya NY`yî yên têkildarî Lîbyayê ye.

Endamên Meclisa Ewlehiyê di daxuyaniya xwe de tekez kirin ku divê mekanîzmayek ji bo çavdêriya agirbestê hebe.

Tê payîn ku Sekerterê Giştî yê NY`yî Antonio Guterres di dawiya Kanûnê de pêşniyarên girêdayî avakirina wê mekanîzmayê ku dê bi sponseriya NY`yî pêk bê, pêşkêşî Melcisa Ewlehiyê bike.

(cx)