Li Qamişlo şênî li dijî siyasetên PDK`ê meşiyan

Bi sedan şêniyên Qamişloyê bi meşekê siyasetên PDK û tevgerên wê li Başûrê Kurdistanê yên li dijî hêzên gerîla şermezar kirin.

Li Qamişlo şênî li dijî siyasetên PDK`ê meşiyan
Li Qamişlo şênî li dijî siyasetên PDK`ê meşiyan
Li Qamişlo şênî li dijî siyasetên PDK`ê meşiyan
Li Qamişlo şênî li dijî siyasetên PDK`ê meşiyan
Li Qamişlo şênî li dijî siyasetên PDK`ê meşiyan
Li Qamişlo şênî li dijî siyasetên PDK`ê meşiyan
14 kanûn, 2020   13:30
QAMIŞLO

Bi armanca şermezarkirina tevger û helwestên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ên li dijî doza Kurd û lihevkirina Şengalê di navbera hikumetaên Bexda û Hewlêrê de, bi sedan şêniyên Qamişlo daketin qadan.

Şênî li pêşiya stada 12`ê Adarê ya li Qamişloyê kom bûn û sloganên li dijî planên PDK, “Na ji xiyanetê re” û “Bijî berxwedana Şengalê” berz kirin.

Şêniyan di nava kolanên bajêr de meşiyan û li pêşiya avahiya Komseriya Bilind a Neteweyên Yekbûyî ya li Qamişloyê rawestînin. Piştre hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) şaxê Qamişloyê Mesûd Dawûd axivî û got: “Di dema ku gelê Kurd li benda yekitiyê ye, hêviyên wî ji bo bidestxistina mafên xwe zêde dibin, lê PDK`ê li Başûr li bajarê Amediyê yê li Dihûkê êrişî hêzên gerîla kir. Ev bûyer xiyaneta PDK`ê ji Kurdan re û desteka wê ji dewleta Tirk re diyar dike.“

Dawûd di nav axaftina xwe de piştrast kir ku divê Kurd li hemberî tevger û komployên PDK li Başûrê Kurdistanê helwestek ji vê hişktir nîşan bidin û wiha domand: “Divê Kurd li piraniya Kurdistanê û cîhanê xiyaneta PDK`ê şermezar bikin û ji bo pêkanîna yekitiya Kurd li ber xwe bidin.”

Di dawiya meşê de şêniyan ji bo yekitiya Kurd û şermezarkirina xiyanetê slogan berz kir.

 (şx)

ANHA