Saziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê sahrîcên avê şandin Hesekê

Piştî ku Meclisa Giştî ya kantona Hesekê ji ber krîza avê seferberî ragihand, ji gelek bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, sahrîcên avê ji şêniyên Hesekê re hatin şanndin.

Saziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê sahrîcên avê şandin Hesekê
Saziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê sahrîcên avê şandin Hesekê
Saziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê sahrîcên avê şandin Hesekê
Saziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê sahrîcên avê şandin Hesekê
Saziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê sahrîcên avê şandin Hesekê
14 kanûn, 2020   14:03
 HESEKÊ

Piştî ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ava stasyona Elok a li rojhilatê Serêkaniyê ya dagirkirî li ser Hesekê qut kir, ji gelek bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê sahrîcên avê ji Hesekê re hatin şandin.

Civaka navneteweyî û Rûsya garantor li pêşiya qutkirina dewleta Tirk ava vexwarinê li ser zêdetirî milyonek sivîl, bêdeng in.

Piştî ku Meclisa Kantona Hesekê seferberî ragihand, gelek bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi însiyatîfa xwe sahrîcên avê şandin Şaredariya Gel a Hesekê.

Îro xwediyên sahrîcan li çerxerêya Teyr a li taxa Salihiyê ya bajêr kom bûn û dê avê li taxên cuda yên bajêr bikin.

Derbarê mijarê de endama rêveberiya Komîteya Karûbarên Civakî û Xebitandinê ya Hesekê Ebdulsamad Îsa got: “Piştî ku Meclisa Kantonê Hesekê seferberiya giştî ragihand, bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo ku alîkariya şêniyan bikin bi dildarî sahrîcên avê şandin.”

Ji Qamişlo, Til Hemîs, Til Birak û Reqayê 27 sahrîcan û her yek têra 50 bermîlan dike  ji Komîteya Şaredariyan û Hawîrdorê re hatin şandin.

Îsa destnîşan kir ku li gorî derfetan û bi awayekî birêxistinê wê av li tevahiya taxan belav bibe. Ji bo sivikkirina aloziya ku bajar tê re derbas dibe, dê her malbatek 5 bermîlan bi dest bixe.

Îsa bang li rêveberiyên herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku alîkariya şêniyên Hesekê bikin û sahrîcên dîtir ji wan re bişînin, heta ku ev alozî bi dawî dibe.

Îsa di dawiyê de bang li şêniyan kir ku hinek bi sebir bin heta ku aloziyê ji binî ve çareser bikin.

(şx)

ANHA