Sersaxî ji malbata şehîd Mihemed Hadî re hate xwestin

Bi sedan şêniyên navçeyên Girkê legê, Dêrik û Çilaxa sersaxî ji malbatên şehîd Mihemed Hadî re xwestin

Sersaxî ji malbata şehîd Mihemed Hadî re hate xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Mihemed Hadî re hate xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Mihemed Hadî re hate xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Mihemed Hadî re hate xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Mihemed Hadî re hate xwestin
14 kanûn, 2020   12:49
QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên navçeyên Girkê Legê, Dêrik û Çilaxa yên girêdayî kantona Qamişlo berê xwe dane gundê Til Ceman a girêdayî navçeya Girkê legê û sersaxê ji malbata şehîd Mihemed Hadî ku di encama nexweşiyekê de şehîd bû, xwestin.

Şervanê QSD`ê şehîd Mihemed Hadî bavê şehîd Xebat û Raman yên ku li deverên cuda di şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê de şehîd bûbûn.

Piştî deqeyek rêzgirtin, ji rêveberên Meclisa Malbatên Şehîdan ên navçeyê Qehreman Mihemed axivî û got: " Şehîd ji bo azadiyê têkoşîn dikin da ku jiyanek bi rûmet bi dest bixin, ji ber vê yekê jî em soz didin ku rêya wan bişopînin û destkeftî û nirxên wan biparêzin".

Şervanê di Hêzên Sûriyê Demokratîk (QSD) Wael Caco axivî û got:" Tenê li Kurdistanê û ji bo azadiya em dibînin ku bav li kêleka zarokên xwe di xendekê de şer dikin. Ji destpêka şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê şehîd Mihemed Hadî li kêleka zarokên xwe şer kir û heta dawî her sê gihaştin şehehadetê."

Merasima sersaxiyê bi berzkirina siloganên dilsoziya bi şehîda re bidawî bû.

(dm)

ANHA