Rojnameyên erebî: Di navbera Îran û Şamê de arîşe 

Rojnameyên erebî yê îro der barê arîşeya di navbera hêzên Îranê û yên Sûriyê li herêma Bokemal a Sûriyê de, her wiha serdana El-Kazimî ji bo Tirkiyê û rewşa Lîbyayê nivîsin.

Rojnameyên erebî: Di navbera Îran û Şamê de arîşe 
14 kanûn, 2020   08:41
NAVENA NÛÇEYAN

'LI BOKEMALÊ DI NAVBERA ÎRAN Û ŞAMÊ DE ARÎŞE'

Der barê arîşeya di navbera Îranê û Şamê de li herêma Bokemal a Sûriyê rojnameya El-Şerq El-Ewset nivîsî: "Çavkaniyên herêmî yên li herêma Firatê a Sûriyê ragihandin ku li di navbera fermadarên "Pasdarên Îranê" û serbazên hêzên Sûriyê yê li herêma Bokemal a rojhilataê Dêrezorê arîşe rû da. Îran dibêje ku hin hêzên girêdayî rejîmê li dijî milîsên Îranê êriş pêk anîne".

Rojnameyê her wiha nivîsî:"Pasdarên Îranê, bang li 4 serbazên hêzên rejîmê Sûriyê kir, hin ji wan girêdayê hêzên ewlehiya leşkerî ne û bi awayekî dijwar bi wan re axivîn."

Roja 7`ê Kanûnê li dijî endamên hêzên Îranê yên li çola Bokemalê bûn, êriş pêk hat. Piştî çend rojan êrişeke din pêk hat. Piştî wê jî bi rêya Dronekê êrişek li dijî sê maşînan pêk hat û di encamê de 3 pisporên leşkerî ku 2 iraqî û yek îranî hatin kuştin.

'TIRKIYÊ TIŞTA KU EL-KAZIMÎ DIXWAZE NADIYE'

Der barê mijarê rojnameya El-Ereb nivîsî: "Piştî ku hate ragihandin dê serokwezîrê Iraqê Mistefa El-Kazimî hefteya pêşiya me serdana Tirkiyê bike, mijara veguheztina bazirganî kete rojevê, lê mirov nikare têkiliya baziganiyê ya di navbera her du welatan de bi hêsanî pênase bike.

Di navbera her du welatan de salane bi buhay; 15 milyar dolar bazirganî pêk tê, lê ji sedî 95 wan pereyan Iraq dide Tirkiyê.

Balyozê Iraqê yê li Tirkiyê Hesen El-Cenabî got ku mijara hêsankirina çûn û hatinê û pereyên Iraqê cemidandî ne.

El-Kazimî dizane ku Tiriyê dişta dixwaze bi hêsanî nadiye, pêwîste serokwezîr hin tiştên zêde bide TIrkiyê di mijara bazirganiyê de.

Tirkiyê hewl dide mîna Îranê, ew jî hevalbendên xwe yê Ixwanî li Iraqê di hêla siyasî de bi hêz bike, weke çawa Îran bi partiyê Şiyan re dike.

'TIRKIYÊ DIXWAZE DESTKEFTIYÊN LI LÎBYAYÊ BIPARÊZE'

Der barê rewşa Lîbyayê de rojnameya El-Beyan nivîsî: "Tirkiyê hêzên leşkerî li Lîbyayê bi xurt dike, ew dixwaze destkefiyên pêk anîne biparêze, her wiha destkeftiyên nû pêk bîne ku karibe li wir bimîne.

Lê çavdêr dibêjin ku ev tevgera leşkerî dide nîşandan ku rejîma Tirkiyê li Lîbyayê têk çûye û planên wê êdî eşkere bûne."

Ev tevgerên Tirkiyê pêvajoya diyalogê, bi taybet diyaloga leşkerî û ewlehiyê, têk dibe. Perpirsê Navenda Neteweyî ya Lêkolînan a Lîbyayê Mihemed El-Esmer ji El-Beyan re got: "Tirkiyê hişt ku El-Wîfaq danezana 23`ê cotmehê binpê bike, ku di li gorî wê danezanê pêwîst e di nava 90 rojan de hêzên biyanî vekişin."

Li aliyekî din ev tevgera Tirkiyê ya leşkerî û anîna çeteyan û çekan dide nîşandan ku Tirkiyê di hêla leşkerî de li Lîbyayê têk çûye, lewma ew hewl dide diyalogê têk bibe".

(kn)