Şîrketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê ya Dêrazorê piştevaniya xwediyên sewalan dike

Şîrketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê ya gundewarên Dêrazorê piştgiriya xwediyên sewalan dikin. Şîrket pêwîstiyên sewalan ji êm û madeyên wekî din bi buhayê kêm pêşkêşî xwediyên sewalan dike.

Şîrketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê ya Dêrazorê piştevaniya xwediyên sewalan dike
14 kanûn, 2020   09:28
DÊRAZORÊ-ELÎ SILÊMAN

Di çarçoveya piştevaniya dewlemendiya sewalvaniyê de ku jêdereke sereke piştî çandiniyê ye, Şîrketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê ya  Dêrazorê madeyên bingehîn ên êm ji xwediyên pez re bi buhayeke guncaw, dabîn dike.

Ji destpêka vê mehê ve, şîrketê dest bi belavkirina kebekê li xwediyên pez ên ku ruxset ji komeleyên çandiniyê wergirtine, kir. Buhaya her kîloyeke kepekê bi 220 lîreya Sûriyê ye, lê li sûka reş ku lê keysbaziya bazirganan heye, bi zêdetirî 350 lîreya Sûriyê ye.

Têkildarî mekanîzmeya belavkirinê, Hevseroka Şîrketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê ya Dêrazorê Rena Eqla got ew bi hevkariya Yekitiya Cotkaran xebata belavkirinê pêk tînin. Ji ber yekitî lîsteya navên xwediyên pez ên li gel wan hatiye qeydkirin radike ji wan re.

Rena Eqla wiha domand: "Li gorî keşf û navên li gel yekitiyê, nirxa kebekê û madeyên dîtir tê dabînkirin û piştî ku xwediyên pez kartê qut dikin, li wan tê belavkirin. Piştre xwediyên pez diçe navendên belavkirinê yên girêdayî Şîrketa Pêşxistina Civaka Çandiyê."

Rena Eqla di dawiyê de diyar kir ku xebata belavkirinê berdewam e heta kuk  tevahî xwediyên pez ên li gel yekitiya cotkarên Dêrazorê hatine qeydkirin pêwîstiyên sewalên xwe bistînin.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/jSDv3ZUn15I" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>