Bi zarokan re bermahiyên hawîrdorê vediguherîne karên hunerî

Macid El-Elî bi derfetên xwe û ji bo parastina hawîrdorê bermahiyên hawîrdorê vediguherîne peykerên hunerî.

Bi zarokan re bermahiyên hawîrdorê vediguherîne karên hunerî
Bi zarokan re bermahiyên hawîrdorê vediguherîne karên hunerî
Bi zarokan re bermahiyên hawîrdorê vediguherîne karên hunerî
Bi zarokan re bermahiyên hawîrdorê vediguherîne karên hunerî
Bi zarokan re bermahiyên hawîrdorê vediguherîne karên hunerî
Bi zarokan re bermahiyên hawîrdorê vediguherîne karên hunerî
Bi zarokan re bermahiyên hawîrdorê vediguherîne karên hunerî
Bi zarokan re bermahiyên hawîrdorê vediguherîne karên hunerî
14 kanûn, 2020   10:50
QAMIŞLO-SOLÎN EHMÊ

Macid El-Elî(49) mamosteyê werzîşê ji  navçeya Amûdê ye. Macid bi armanca pêxistina behreyên zarokan, xwest ku bi rêya sûdgirtina ji bermahiyên hawîrdorê û çêkirina karên hunerî,  zarokan fêrî parastina hawîrdorê bike.

Macid ji ber hezkirina xwe ji zarokatiyê re û vedîtina behreyên veşartî yên zarokan, ji bo parastina paqijiya dibistan û taxa xwe, dest bi  çêkirina peykeran ji  bermahiyên hawîrdorê kir. Macid ji wan bermahiyan, peyker û amûran ji bo zarokan çêdike.

Macid El-Elî ji sala 2003`yan ve dest bi çêkirina karên hunerî ji bermahiyên hawîrdorê kiriye û heta niha berdewam e. Macid wê demê ji turikên xwarinên zarokan (şîbis) peykarên hûnerî ji xwendekaran re çêdikir. Niha derdora bi sed hezaran turikên kelûpelan, hesin, sivir, caw, êzing û heta seringên derziyan bi kar tîne û wan vedigerîne peykerên xemilandinê û hinek pêlîstokan.

Macid ji bo ku hezkirina zarok ji vê hizirê re xurt bike, di sala 2003`yan de pêşengehek vekir û tê de karên destan ên ji turikan hatine çêkirin, pêşandan. Macid El-Elî destnîşan kir ku bi saya vê fikrê gelek aliyên afrîneriyê yên zarokan keşf kirine.

'HEZKIRINA MIN JI VÊ FIKRÊ RE ZÊDETIR BÛ'

Piştî ku piraniya zarokan ji vê fikrê hez kir, Macid hîn zêdetir pê hate girêdan û wiha got: "Bi demê re min hewl da vê hizirê fireh bikin. Êdî hezkirina min ji vê fikrê re zêde bû. Ji ber ku afrîneriya gelek zarokan derxist holê."

El-Elî destnîşan kir ku bi alîkariya zarokan gelek turikên xwarinên zarokan kom kirine, ji wan turikan dirêjtirîn xalîçeya(xalî) di cîhanê de çêkirine. Hemû zarok tev li vê karê bûn, hinek ji wan turik kom kir, hinekan ew turik paqij kir û hinek din jî turik bi hev ve girê dida. El-Elî wiha pê de çû: Me tevahiya tedbîrên tenduristiyê girtin. Piştî ku zarokan piraniya kar xilas kir, min bi tenê xalîçe çêkir. Min û zarokan bi rêya vê xalîçeyê me xwest ku nameyekê bidin cîhanê ku em aştiyê dixwazin.”

Ji ber şerê ku li Sûriyê rû daye û hîna rû dide, Macid nikarî karê xwe temam bike. Lê ji ber ku ji vê hunerê hez dike, dîsa dest bi çêkirina xalîçeyê kir. Macid têkildar vê yekê got: " Heta niha dirêjahiya xalîçeyê 85 metreyan. Ji bo wê derdora 800 hezar turik hatiye komkrin. Lê dîsa jî ji ber bihabûnê, min ev kar nîvçû hişt.”

Di dawiyê de Macid El-Elî bang li aliyên peywendîdar kir ku alîkariya wî bike, da ku cihekî taybet bi karên destan were vekirin û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Heta niha kesekî destekdayîn nedaye min. Tu ode jî tune ne ku karê xwe tê de biparêzim. Ruxmî wê jî ez dixwazim sûdê bidim û wergirim. Bi vê fikrê dixwazim hawîrdorê biparêzim û zarokan fêrî hezkirina hawîrdorê bikim."

(eh)

ANHA