YPG: Hevrê Tekoşer ku di Berxwedana Serdemê de birîndar bûbû şehîd bû

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG`ê ragihandin ku şervanê YPG`ê Tekoşer Efrîn ku di Berxwedana Serdemê de birîndar bûbû, li Helebê şehîd bûye.

YPG: Hevrê Tekoşer ku di Berxwedana Serdemê de birîndar bûbû şehîd bû
14 kanûn, 2020   08:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî şehadeta Tekoşer Efrîn, Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG`ê daxuyaniyeke nivîskî da û sersaxî ji malbata şehîd re xwest.

YPG`ê di daxuyaniyê de ragihand ku rêhevalê wan Tekoşer Efrîn, di dîroka 12`ê Kanûnê 2020’an de li bajarê Helebê şehîd bû û got: "Rêheval Tekoşêr ê ku di sala 2018`an de di Berxwedana Serdemê de bi giranî brîndar bûbû, di pêvajoya tedawiya xwe de şehîd bû."

YPG`ê anî ziman ku Tekoşer di nav malbateke welatparêz de, li Efrînê ji dayîk bûbû û di dirêjahiya zarokatî û ciwaniya xwe de bi hestên welatperweriyê ên ku bi pêşketina têkoşîna azadiyê bilind bûbûn, mezin bû û wiha domand: "Rêheval Tekoşer di demek nêz de di nav refên têkoşînê de cihê xwe girt û di parastina welatê xwe de cih girt. Hevrê Tekoşer, di Berxwedana Serdemê a li dijî dagirkeriyê bi awayek çalak cihê xwe girt. Bi sekn, tevlîbûn û biryardariya xwe, her tim temsîliyeta xeta mîlîtaniyê raber kir."

YPG`ê da zanîn ku Tekoşer piştî du salan a tekoşîna xwe ya li hember birîndariyê, di dîroka 12`ê Kanûnê de di dema emeliyatê de şehîd bû û wiha dewam kir: "Em di şexsê şehîd Tekoşer de hemû şehîdên Berxwedana Serdemê û têkoşîna azadiyê bi bîr tînin. Em ji malbata şehîdê xwe û ji hemû gelê xwe yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin."

Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîd wiha ye:

Nasnav: Tekoşer Efrîn

Nav û Paşnav: Xalid Murad

Navê Dayikê: Nebiye

Navê Bav: Hisên

Cih û Dîroka Şehadetê: Heleb  / 12 Kanûn 2020