​​​​​​​'Em di têkoşîna demokrasiyê de hêza xwe ji gelê xwe digirin'

Serokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ya şaxê Dêrazorê Mihemed Receb sûcên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûryê û rola garantorê Rûsyayê rexne kirin û got: "Em di têkoşîna demokrasiyê de hêza xwe ji gelê xwe digirin''

​​​​​​​'Em di têkoşîna demokrasiyê de hêza xwe ji gelê xwe digirin'
14 kanûn, 2020   02:12
DÊRAZOR-ELÎ SILÊMAN

Mihemed Receb aloziya Sûriyê bi aloziya girêk wesifand û sedema vê yekê spart mudaxeleya leşkerî ya ji aliyê hikumeta Şamê ve ku di encamê de gelek ajandeyên dewletên derve ji bo berjewendiyên xwe destwerdana Sûriyê kir.

Der barê bêdengiya Rûsyayê de, Receb wiha got: "Ji destpêka şerê li Helebê ve hevkariya Rûsyayê bi dewleta Tirk re heye. Di wê demê de dewleta Tirk ferman da komên xwe ku ji rojhilatê Helebê vekişîn û radestî Rûsyayê bikin. Ew jî bi peyman û lihevkirinên hevbeş ên di navbera wan de pêk hat. Piştre bejahiyên bakurê Helebê yên bi navê rêya M4’ê tê nasîn û bejahiyên Idlibê radestî Rûsyayê kir."

Receb piştrast kir piştî ku dewleta Tirk balafira Rûsyayê li bakurê Sûriyê xiste xwarê ev têkilî zêde bûn û wiha domand: " Di wê demê de dewleta Tirk êdî guh da fermanên wê, li aliyekî din cîhana ereb projeya Îxwan El-Mislimîn a li bakurê Sûriyê red kir. Bi wê re lihevkirin û hevkariya tirkî-rûsî veşartîbûn û herî dawî li Qerebaxê eşkere bûn."

 ‘PIŞTDAYÎNA ME YA BINGEHÎN GEL, HÊZÊN LEŞKERÎ Û PROJEYA DEMORASÎ YE’

Mihemed Receb siyaseta rêveberiya Amerîkayê Donald Trump ê dema desthilatê wî bidawî bûye rexne kir û wiha domand: " Ji ber rêveberiya Trump şewqa kesk da dewleta Tirk da ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir bike. Lê li gorî rayedarên mezin ên amerîkî, rêveberiya Amerîkayê hewl dide ji nû ve aliyê siyasî ya Amerîkayê li herêmê saz bike.

Receb got ku ku tevî hemû daneyan, gelên li herêmê, rêveberiya siyasî û fermandariya leşkerî pişta xwe nadin tu kesî û got: "Em di têkoşîna demokrasiyê de hêza xwe ji gelê xwe digirin.''

ROLA PARTÎ Û TÊKILIYÊN WÊ LI HERÊMÊ Û CÎHANÊ

Receb diyar kir ku partî bi diyalogê bawer e, ji ber diyalog rêbaza yekane ya çareseriyê ye û wiha pê de çû: "Em ji hêzên opozîsyonê re der barê diyalogê de vekirî ne. Girêdayî vê yekê gelek peymanên girîng bi Partiya Vîna Gel a Rûsyayê re hatim îmzekirin. Em weke Partiya Pêşerojê ya Sûriyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê çi lihevkirin û danûstandinên bi tevahî partiyên opozîsyonê re ji bo gihandina nêrîneke nîştimanî ya hevbeş pêşwaz dikin."

‘TÊKILÎ BI TEVAHÎ DEWLETÊN EREB RE BAŞ IN’

Têkildarî têkiliyên bi partiyên derve re, Receb da zanîn têkiliyên partiyê li Ewropa bi rêya komxebatan baş in, bi taybet hevkariya bi Almanya û rêxistinên cîhanê re, di serî de rêxistina Orasiya.

Der heqê têkiliyên partiyê li ser asta ereb de, Receb eşkere kir ku têkiliyên wan bi tevahî dewletên Ereb re baş in, bi taybet bi dewletên Kendavê re, her wiha hin çalakiyên siyasî yên hevbeş hene. Receb da zanîn ku partî her tim ji diyalog û nîqaşên bi tevahî alî û partiyên li herêmê re amade ye û li ser asta cîhanê jî amade ye, da ku jiyaneke hevbeş û biratiya gelan pêk bînin.

XEBATÊN PARTIYÊ YÊN NIHA Û PÊŞEROJÊ

Receb diyar kir ku partiyê ji destpêka îsal de, çalakiyên xwe yên siyasî û civakî xurt kirin û wiha pê de çû: "Me xwest ku rola me ne tenê siyasî be. Bi wê re me çalakiyên xwe yên civakî bi armanca jinûve sazkirina çandî û civakî li dar xistin."

Receb wiha berdewam kir: "Me gelek komxebat li dar xistin, her wiha me xwe gihand rêxistinên civaka sivîl ên girêdayî jinan, ji ber ku em di wê baweriyê de ye, ji wê zêdetir ji bo xizmetkrina herêmê hevkarî û xebat bi rêxistinan re heye."

Receb gotina xwe wiha berdewam kir: "Em niha xebata jinûve sazkirina navçe û aktîfkirina wê dikin. Me xebata li navçeya rojavayê bi dawî kiriye û niha jî li navçeya navîn dikin. Dê piştre jî xebatê li navçeya rojhilat bikin, da ku avakirina tevahî komîteyan temam bibe."

‘ARMANCA PARTIYÊ, EW E KU JI TEVAHÎ ÇÎNÊN CIVAKÊ RE NÊZ BE’

Mihemed Receb wiha gotina xwe bi dawî kir: "Armanca partiyê, navendên xwe li tevahî gundewarên Dêrazorê belav bike. Da ku ji tevahî çînên civakê nêz be, xebata belavkirina zananbûn, fikira çandî û şaristaniyê bike. Ji ber civakê bi pêş dixe û jiyaneke birûmet mîsoger dike."

(fr)

ANHA