Nivîskarekî tunisî: El-Xenoşî qanûna xebata parlamentoyê bin pê dike

Nivîskarê siyasî ya tunisî Macid Berhomî piştrast kir ku bangên hilweşandina parlamentoya Tunisî di cih de ne û got, Raşid El-Xenoşî qanûnên xebata parlamentoyê bin pê dike û tevî alîgirên xwe rûyê Tunisê li derve reş dike.

Nivîskarekî tunisî: El-Xenoşî qanûna xebata parlamentoyê bin pê dike
14 kanûn, 2020   03:16
QAHÎRA-EMANÎ EZAM

Destpêka vê hefteyê bûyerên tund di hundirê parlamantoya Tunisê de rû dan. parlamenterên bloka Itîlafa Kerame ya hevalvendê Tevgera Nehda êrişî parlamenterê bloka Şepêla Demokrasî Enwer Şahid kir û serê wî birîn kir.

Aloziya di navbera her blokên parlamentoyê de berdewam e û bangawaziyên li serokê dewletê ji bo hilweşandina parlamentoyê bilind dibin.

Li gorî dezgehên çapemeniyê, dê serokê Tunisê Qeys Seîd di çend rojên pêş de biryarên tund bide. Ew biryara jî ji bo rabûna li hember hesab û danaheva siyasî ya eşkere û veşartî ku tevgera Nehda û alîgiriyên wê ji bo hilweşandina dewlet û saziyên wê dike, ne.

Tê destnîşankirin ku gefên Seîd û nîşandana wî ya bikaranîna biryarên pêwîst, tevgera Nehda û serokê wê Raşid El-Xenoşî xist bin fişarê.  Ev yek piştî ku opozîsyon û rêxistinên sendîqayê ew bi spîkirina terorê tawanbar kir, pêk hat.

Girêdayî mijarê, nivîskarê siyasî yê Tunisê û serokê navenda Mexirbê ya lêkolîn û belgekirinê Macid Berhomî wiha got, xwediyên bangawazên hilweşandina parlamentoya Tunisê, piştî rêyên çareseriyê ji kiryarên serokê meclisê Raşid El-Xenoşî re nedîtin, bexşandî ne

Berhomî ji ANHA’yê re wiha got: "Hin axaftin hene ku hin kesên van parlamenterên alîgirên wan li dijî partiyên nealîgir ên ku neketine bin fermanê wan soz dike. Bi wê re jî cîhan êdî dîmenên di parlamentoya El-Xenoşî de bi nebaşî û krêtî wesif dike. Ji ber ew dîmen rûyê Tunisê li derve reş dike, her wiha dost û hevalbendan beriya dijminan jê aciz bûne."

Nivîskar Berhomî wiha domand: "Tu carî xwîn di dîroka parlamentoya Tunisê de neherikiye. Lê belê dema El-Xenoşî bû serokê wê û xwest tevahî dengên opozîsyonên qut bike, herikî. "

Berhomî wiha bi dawî kir: "Heke parlamentoya Tunisî bi awayekî normal bixebitiya, tu êriş û xwînherikandin çênebûya, wê demê tu kesî xwesteka hilweşandina parlamentoyê nedikir. Lê belê mixabin El-Xenoşî parlamento vegerand cihê lêdanê."

(fr)

ANHA