Şêniyên Efrînê: Dewletên bêdeng hevkarên dewleta Tirk in

Şêniyên Efrînê yên li Helebê, sûcên artêşa Tirk û çeteyên wê yên li dijî sivîlên li Efrînê, şermezar kirin û gotin: " Bêdengiya navneteweyî rewabûnê dide dewleta Tirk ku komkujiyan pêk bîne."

Şêniyên Efrînê: Dewletên bêdeng hevkarên dewleta Tirk in
14 kanûn, 2020   05:17
HELEB-ARIF SILÊMAN-HENAN MIHEMED

Li kantona Efrînê ya ku ev zêdeyî du sal in di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de ye, sûcên qetilkirin, rvandin, talankirina şûnwaran, xirabkirina xwezayê û diziya mikên sivîlan bê navber didomînin.

Têkildarî mijarê bavê şehîd Nîdal, Ehmed Bîlal diyar kir  ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji bo gelê Kurd qir bikin êrişî Efrînê kirin, komkujî li dijî sivîlan pêk anîn û mal û milkên wan dizîn.

Têkildarî derketina şêniyan ji malên wan ber bi kantona Şehbayê ve Ehmed Bîlal ev yek destnîşan kir: "Ji tirsa ku artêşa Tirk komkujiyan li dijî sivîlan pêk bîne, em ji Efrînê derketin, lê dîsa jî artêşa Tirk rehet rûnenişt, li Şehbayê û nexasim li Til Rifetê komkujî pêk anî û her ji demekê ve bi top û çekên giran êrişî sivîlan dike."

Bîlal di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser bêdengiya li hemberî van sûcan û got: " Bêdengiya hikumeta Şamê û civaka navneteweyî rewabûnê dide dewleta Tirk û wê teşwîq dike ku li dijî sivîlan komkujiyan pêk bîne."

Ciwana bi navê Şehristan Kurad sûcên artêşa Tirk a dagirker  û çeteyên wê  yên li dijî sivîlên li Efrînê şermezar kirin û wiha axaftina xwe dewam kir:"Artêşa Tirk û çeteyên wê piştî Efrînê dagir kir, sûc li dijî sivîlan pêk anîn, nexasim li dijî jin û zarokan sûcên qetilkirin, revandin, desteserkirina malên sivîlan û dizî pêk anîn."

Şehristan Kurad destnîşan kir ku armanca artêşa Tirk û çeteyên wê ji komkujiyan guhartina demografiya herêmê ye û wiha got: "Ev sûc li pêşiya çav û guhên tevahî cîhanê têne kirin. Dewletên ku li çav û guhê xwe girtine hevkarên van komkujiyan in."

Şêniyê bi navê Salih Mistefa got ku dewleta Tirk a dagirker siyaseta qirkirina gelê Kurd û îmhairina hebûna wê li herêmê dimeşîne û ev tişt diyar kir: "Zimanê me yê dayikê û çanda me dike armanc, şûnwarên me didizin û baçeyan li ser şêniyên Efrînê yên resen ferz dike. Ji wê zêdekirin jinan direvînin, bi sedan jin hatine revandin û heya niha çarenûsa wan ne diyar e."

Salih Mistefa di dawiya gotina xwe ev pirs kir:"Kanîn rêxistinên peywendîdar ên mafên mirovan, da ku li  hemberî rewşa şêniyên Efrînê bi erka xwe rabin? Em efrînî van sûcan qebûl nekin û em ê heta vegera li warên xwe li ber xwe bidin."

(eh)

ANHA