PDK’ê êrişî hêzên gerîla kir: 3 gerîla birîndar bûn-HATE NÛKIRIN

Hat ragihandin ku hêzên PDK’ê li gundekî nêzî navçeya Amediyê êrişî gerîlayên HPG’ê kirine û 3 gerîla birîndar bûne.

PDK’ê êrişî hêzên gerîla kir: 3 gerîla birîndar bûn-HATE NÛKIRIN
13 kanûn, 2020   20:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya ANF’ê, hêzên PDK’ê li nêzî gundê Sêgirkê yê girêdayî navçeya Amediyê ya parêzgeha Duhokê êrişî gerîlayên HPG’ê kirin. Hat diyarkirin ku di êrişê de 3 gerîla birîndar bûne.

Têkildarî êrişê agahiyên berfirehtir nehatine bidestxistin.

Derbarê mijarê de hîn HPG’ê tu daxuyanî nedaye.