​​​​​​​Li Holê penaberekî Iraqê hate kuştin

​​​​​​​Li kampa Holê ciwanek ji penaberên Iraqê ji aliyê kesên nenas ve hate kuştin.

​​​​​​​Li Holê penaberekî Iraqê hate kuştin
13 kanûn, 2020   16:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên ji kampa Holê dane ANHA'yê, duh saet 17:00'an ciwanê ji Iraqê Ehmed Mehmûd Dahir  ê 25 salî ji aliyê du kesên rû girtî ve hate kuştin.

Çavkaniyan gotin kudema mexdûr xwarin amade dikir, du kesên rû girtî bi ser wî de hatin û bi 5 guleyên demançeyê ew kuştin, piştre jî reviyan.

Di kampa Holê de bi hezaran malbatên çeteyên DAIŞ'ê hene û gelek caran sûcên bi vî rengî pêk tên.

ANHA