​​​​​​​Şêniyên Minbicê: Em ê li hemberî planên dewleta Tirk a dagirker li berxwebidin

Şêniyên bajarê Minbicê nerazîbûn nîşanî dagirkirina dewleta Tirk a li Sûriyê û êrişên wê yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dan û îşaret bi girîngiya yekitiya gelê Sûriyê û berxwedanê kirin.

​​​​​​​Şêniyên Minbicê: Em ê li hemberî planên dewleta Tirk a dagirker li berxwebidin
14 kanûn, 2020   01:18
MINBIC

Artêşa Tirk û çeteyên wê êrişên xwe yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê  didomînin û di demên dawî de êrişên li dijî Eyn Îsa, Til Temirê û gundên derdora bajarê Minbicê zêde kirin. Têkildarî vê yekê çavdêr dibêjin ku artêşa Tirk hewl dide careke din xaka Sûriyê dagir bike û senaryoya Efrîn, Girê Spî, Serêkaniyê li herêmên din dûbare bike.

Şêniyên bajarê Minbicê bertek nîşanî êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî herêmê dan û bang li civaka navneteweyî kirin ku destwerdanê bikin û sînorekî ji van sûcan re deynin.

Jina bi navê Nesrîn Elî axivî û got ku êrişên artêşa Tirk ên li dijî herêmên wan ne tiştekî nû ye û destnîşan kir ku  ji beriya salan ve êrişî herêmên Sûriyê dike û li dijî şêniyên wê sûcan pêk tîne.

Nesrîn Elî da zanîn ku dewleta Tirk herêma Eyn Îsayê topbaran dike, sivîlan dike armanc û wiha domand:" Heta rizgarkirina xaka Sûriyê em ê li ber xwe bidin û li hemberî van planên Tirkiyê bisekinin."

Jina bi navê Rîm Derwîş jî da zanîn ku Tirkiyê bi van êrişan siyaseta dagirkeriyê dimeşîne, armanca wê jî tirkkirina herêmê û binpêkirina mafên welatiyan ne, mînaka herî ber çav jî rewşa Serêkaniyê, Efrîn, Girê Sp, Ezaz û Bab e.

Rîm Derwîş anî ziman ku îdîayên Tirkiyê pê herêmê dagirkir dike, bêbingeh in û got: "Dema DAIŞ`ê herêm dagir kir Tirkiye neliviya, lê belê piştî herêm ji DAIŞ`ê hate rizgarkirin û rêveberiyên sivîl û xweser hatin avakirin, dest bi vê siyasetê kir.

Di heman çarçoveyê de Ehmed El-Elî kiryarên ku Erdogan û çeteyên wî li herêmên bi pêk tînin şermezar kirin û ev pirs kir:"Gelo kanîn dewletên mafên mirovan diparêzin, ên ku her tim hewldana çareserkirina aloziya Sûriyê dikin?"

Ehmed El-Elî di dawiyê bang li gelê Sûriyê û hemû pêkhateyan kir ku yekitiya xwe ava bikin û li dijî sûcên dewleta Tirk li Sûriyê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tînin, bisekinin.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="316" src="https://www.youtube.com/embed/A_IWH4ft0Zg" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>