Meclisa Leşkerî ya Suryanî: Ji bo parastina xak û gelê xwe mafê em parastina rewa bi kar tînin

Meclisa Leşkerî ya Suryanî daxuyand ku ew li dijî êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ku Rûsya û hêzên hikumeta Şamê li hemberî wan bêdeng dimînin, mafê xwe yê parsatina rewa bi kar tînin.

Meclisa Leşkerî ya Suryanî: Ji bo parastina xak û gelê xwe mafê em parastina rewa bi kar tînin
13 kanûn, 2020   14:23
HESEKÊ

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên bi navê “Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê” êrişên xwe li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomînin. Garantorê rûsî û hêzên hikumeta Şamê xwe li hemberî êrişan ker kirine.

Meclisa Leşkerî ya Til Temirê û Meclisa Leşkerî ya Suryanî hewldanên çeteyan ên dagirkirina herêmên nêzî navçeya Til Temirê têk dibin, ku herî dawî çeteyan di 8`ê mehê de hewl dabûn gundê Um El-Kêf ê bakur rojavayê Til Temirê dagir bikin, li ser wê yekê di navbera şevanên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê û Meclisa Leşkerî ya Suryanî ji aliyekî ve û çeteyên dewleta Tirk a dagirker de ji aliyekî din ve, şer derket.

Girêdayî mijarê, Meclisa Leşkerî ya Suryanî daxuyaniyek ji raya giştî re parve kir û piştrast kir ku wan li hemberî êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê mafê parastina rewa bi kar anîne.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

 “Bi berdewamkirina êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li dijî herêmên me re, şervanên Meclisa Leşkerî ya Suryanî hewldaneke çeteyan li derdorê gundê Um El-Kêf ê bakurê Til Temirê, têk birin.

Li ser wê yekê şer derket û kuştî û birîndarên çeteyan çêbûn. Hêzên me çeteyên mayî neçar kirin ku ji herêmê birevin.

Piştî têkbirina hewldana wan, çeteyan bi piştgiriya artêşa Tirk a dagirker gundên ewle bi topên hewanê û çekên giran topbaran kirin. Me mafê xwe yê parastina rewa bi kar anî û me li jêdera topbaranê da. Ev êriş li gel hebûna garatorê rûsî pêk tên, hêzên Rûsya li hemberî zêdegavî û binpêkirina peymanên navneteweyî bêndeg dimîne. Hêzên hikumeta Şamê jî bersiva êrişan nadin.

Em tekez dikin ku em ê parastina xak û nirxên xwe yên pîroz dewam bikin. “

(cx)

ANHA