Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser hin guhertin di meclisên xwe yên herêman de çêkirin

Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hin guhertin di meclisên xwe yên li herêman de çêkir, her wiha ji hin meclisan re hevserokên nû destnîşan kirin.

Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser hin guhertin di meclisên xwe yên herêman de çêkirin
Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser hin guhertin di meclisên xwe yên herêman de çêkirin
Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser hin guhertin di meclisên xwe yên herêman de çêkirin
13 kanûn, 2020   14:05
REQA

Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro civînek li dar xist û tê de hin endam û hevserokên nû ji Meclisên Qanûnsaz û Meclisên Edaletê yên li herêmên Rêveberiya Xweser re destnîşan kirin.

Civîn li hola Partiya Pêşerojê ya Sûriyê hate lidarxistin û endamên Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser û hevserokatiya meclisê beşdar bûn.

Di civînê de endamên Meclisa Edaleta Civakî û Meclisa Qanûnsaz û Meclisa Giştî hatin hilbijartin.

Piştî dengdanê, Rîm Berekat wek hevseroka Meclisa Edaletê ya Herêma Cizîrê, Farûq Mihemed Henkon wek hevserokê Meclisa Edaletê ya Herêma Firatê, Nisrîn Camûs wek hevseroka Meclisa Edaletê ya Tebqayê û Emel Ebdulrehman wek hevseroka Meclisa Edaletê ya Dêrazorê hatin pejirandin.

Her wiha, Hûde Ewan û Şadî Îbrahîm wek hevserokên Meclisa Qanûnsaz a Tebqayê û Hisên Dixêm û Silêman Cafer jî wek endamên Meclisa Giştî hatin pejirandin.

Endamên ku hatine diyarkirin, sond xwar ku ew ê li gorî reşnivîsa Rêveberiya Xweser kar bikin û xebatên rêveberiyê bi pêş bixin.

Di civînê de endamên Meclisa Giştî li ser avakirina komîteyekê ji bo ji nû ve nîqaşkirin û guhertina mîsaqa sereke ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, erê kirin. Ev yek di çarçoveya kongreya nîştimanî ya MSD`ê de ku di 25`ê Mijdarê de li Hesekê hatibû lidarxistin, pêk hat.

Piştre civîn li ber dezgehên çapmeniyê hate girtin û hin karên rêxistinî yên taybet bi Meclisa Giştî têne nîqaşkirin.

(cx)

ANHA