​​​​​​​Li Dirbêsiyê 2 toreyên avê hatin nûkirin û li Tirbespiyê projeyên ronîkirina kolanan

Daîreya Avê ya navçeya Dirbêsiyê dest bi nûkirin û berfirehkirina tora ava vexwarinê li 2 gundên aliyê rojava kir. Her wiha Nivîsgeha Jinan a Şaredariya Gel a Tirbêspiyê li ser projeyên ronîkirina kolanan û têketina navçeyê dixebite.

​​​​​​​Li Dirbêsiyê 2 toreyên avê hatin nûkirin û li Tirbespiyê projeyên ronîkirina kolanan
​​​​​​​Li Dirbêsiyê 2 toreyên avê hatin nûkirin û li Tirbespiyê projeyên ronîkirina kolanan
​​​​​​​Li Dirbêsiyê 2 toreyên avê hatin nûkirin û li Tirbespiyê projeyên ronîkirina kolanan
​​​​​​​Li Dirbêsiyê 2 toreyên avê hatin nûkirin û li Tirbespiyê projeyên ronîkirina kolanan
​​​​​​​Li Dirbêsiyê 2 toreyên avê hatin nûkirin û li Tirbespiyê projeyên ronîkirina kolanan
13 kanûn, 2020   11:01
HESEKÊ - QAMIŞLO

Bi daxwaza şêniyan gundên Melek û Dilîk ên li rojavayê navçeya Dirbêsiyê, Daîreya Avê dest bi projeya nûkirina toreya avê kir.  Heta niha şaredariyê ji sedî 80 ji projeyê bi dawî kiriye.

Hevserokê Daîreya Avê ya navçeyê Idrîs Mihemed got: "Ji ber daxwazên şêniyan, me toreya avê rakir û li şûna wê toreyeke nû danî.”

<iframe width="560" height="316" src="https://www.youtube.com/embed/lbusdjMGPH0" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

TIRBESPIYÊ

Nivîsgeha Jinan a Şaredariya Gel a Tirbêspiyê dest bi projeya ronîkirina rêya sereke ya têketina navçeyê kir. Her wiha amadekariya projeyên wekî ji nû ve çêkirina gelek baxçeyan û çêkirina çerxerêyek li têketina rojhilat a navçeyê.

Şaredariyê 42 stûnên kehrebeyê bi 84 çirayên gazê li ser rêya têketina rojava û rojhilatê navçeyê danîn.

Her wiha nivîsgehê têketina navçeyê xemiland û li her du aliyan dar çandin.

(dm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/RgoMjzm4kB0" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>