‘Qutkirina avê ji ser Hesekê hewldana qirkirina biyolojîk e’

Hevserokê Gerînendetiya Avê ya Kantona Hesekê qutkirina avê ji ser bajarê Hesekê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve bi “qirkirina biyolojîk” bi nav kir û got “Armanca Rûsyayê gihandina kehrebeyê ji çeteyan re ye, ne gihandina avê ji bajarê Hesekê re ye.”

‘Qutkirina avê ji ser Hesekê hewldana qirkirina biyolojîk e’
‘Qutkirina avê ji ser Hesekê hewldana qirkirina biyolojîk e’
‘Qutkirina avê ji ser Hesekê hewldana qirkirina biyolojîk e’
‘Qutkirina avê ji ser Hesekê hewldana qirkirina biyolojîk e’
‘Qutkirina avê ji ser Hesekê hewldana qirkirina biyolojîk e’
13 kanûn, 2020   10:23
 HESEKÊ- BASIL REŞÎD

Piştî êrişa dewleta Tirk a dagirker di 9`ê Cotmeha 2019`an de li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û dagirkirina bajarên Serêkaniyê û Girê Spî û dagirkirina stasyona Elok, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, avê ji ser bajarê Hesekê qut dikin.

Nêzî mehekê ye dewleta Tirk û çeteyên wê yên bi navê ‘Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê’, kehrebequt kir û careke din av ji ser Hesekê û gundewarên wê qut kir.

Stasyona Elûk ji bo Hesekê, navçeya Til Temirê û herêmên başûrê Hesekê wekî Hol, Erîşe, Şedadê, Mergede, her wiha ji bo kampên li herêmê wekî kampa Erîşe, Hol, Waşûkanî û Serêkaniyê xwedî girîngiyeke stratejîk e ku bi giştî li wan herêman zêdetirî milyonek mirov dijîn.

Gerînendetiya Avê ya Kantona Hesekê bi Xaça Sor a navneteweyî, rêxistina UNICEF û NY`yê re civîn li dar xistin û hîna jî li dar dixe, da ku destwerdanê bikin û dagirkeriya Tirk neçar bikin ku ji nû ve stasyona ku hatiye rawestandin, bixebitînin. Ji ber ku qutkirina avê li gel belavbûna şewba Koronayê li herêmê, dê bibe sedema karesateke mirovî.

Hevserokê Gerînendetiya Avê ya Kantona Hesekê Nîdal Mehmûd ji ajansa me re destnîşan kir ku tevî ku demeke dirêj e av ji ser Hesekê û gundewarên wê hatiye qutkirin jî, lê hîna civaka navneteweyî bê deng e û wiha got: “Ta vê kêliyê, tu nîşaneyên ji nû ve xebitandina stasyonê û gihandina avê ji bajêr re, tune ne.”

Piştî ku hêzên dewleta Tirk a dagirker stasyona Elokê dagir kir, “dewleta garantor” Rûsyayê destwerdan kir û qaşo hewl da ku nehêle av ji ser Hesekê û gundewarên wê bê qutkirin. Lê belê dewleta dagirker û çeteyên wê xebatkarên stasyonê ji stasyonê derxistin, da ku dem bi dem stasyonê ji xizmetê derxin.

'QUTKIRINA AVÊ QIRKIRINA BIYOLOJÎK E'

Nîdal Mehmûd diyar kir ku domandina qutkirina avê ji aliyê dewleta Tirk ve ku roleke sereke di têkoşîna li dijî vîrusa Koronayê de dilîze, dê bibe sedema karesateke mirovî.

Mehmûd wiha domand: “Qutkirina avê hemwextî belavbûna koronayê, qikirineke biyolojîk e. Tevî ku garantorê rûsî jî li herêmê ye, lê berdewamkirina vê yekê bi xwe re gelek pirsan derdixe holê.”

'RÊVEBERIYA XWESER HEWL DIDE ÇARESERIYÊN AWARTE PEYDA BIKE'

Ji ber qutkirina ava stasyona Elok ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve, Gerînendetiya Avê bi rêya stasyona El-Heme ya li rojavayê Hesekê hewl da avê peyda bike û azarên şêniyan ên ji ber aloziya avê bi dawî bike. Ev yek wek çareyeke awarte û demkî bû heta 3 mehan.

Mehmûd wiha lê zêde kir: “Tevî bêdengiya navneteweyî û bêdengiya garantorê rûsî, Rêveberiya  Xweser destgirêdayî nema û bi hemû derfetên xwe hewl da ku demkî be jî çavkaniyên alternatîf peyda bike, da ku jiyan berdewam bike.”

Mehmûd bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) kir ku bi lez destwerdanê bike, ji ber ku stasyona avê ku “jêdera jiyanê” ye di bin serweriya kîjan aliyê leşkerî de dibe bila bibe jî, divê bê xebitandin û wiha got: “Divê dewleta Tirk wekî hêzeke dagirker ku Rêveberiya Xweser ji bo pêkanîna destkeftiyan şantaj dike, bê dîtin.”

Mehmûd ev pirs kir: “Av ji beriya zêdetirî 20 rojan ve qut e, gelo garantorê rûsî li ku derê ye? Mixabin tu însiyatîf ji aliyê wê ve tune ne.”

Mehmûd destnîşan kir ku armanca Rûsyayê gihandina kehrebeyê ji çeteyan re ye, ne gihandina avê ji şêniyên Hesekê re ye.

Hevserokê Gerînendetiya Avê ya Kantona Hesekê bang li saziyên ku dikarin alîkariyî bidin şêniyên Hesekê kir ku sahrîcên avê bişînin û avê bigihînin bajêr.

Nîdal Mehmûd her wiha bang li şêniyên Hesekê kir ku heta ev alozî bi dawî dibe, pêwîst e hevgirtî bin, ji bo ku nebin amûreke siyasî ya şantajê li dijî Rêveberiya Xweser.

(cx-dm)

ANHA