Girtiyên di greva birçîbûnê de çalakiya xwe didomînin

Girtiyên di girtîgehên dewleta Tirk a dagirker de ku ji bo tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan û zordariya li ser girtiyan ketibûn greva birçîbûnê, di roja 17`an de bi koma 4`an çalakiya xwe didomînin.

Girtiyên di greva birçîbûnê de çalakiya xwe didomînin
13 kanûn, 2020   10:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Girtiyên siyasî yên li zîndanên Kurdistanê û Tirkiyê ku ji bo tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan û fişar û zordariya li zindanan rabe, ketibûn greva birçîbûnê. Çalakiya gervê di roja 17'an de bi koma çaran didome.

Girtiyên ku bi rêya telefonê bi malbatên xwe re axivîn, gotin, ''Ji dengê girtiyan re bibin deng. Em dest bidin hev û bi hev re vê faşîzmê birûxînin."