Serçeteyên girtî: Me li Dêrazorê gelek êrişên terorî pêk anîn

Her du şaneyên veşartî yên DAIŞ'ê yên bi navên "Cerah û Frais" ku di opoerasyonên QSD'ê de li gundewarê Dêrazorê hatin girtin, li xwe mikur hatin ku wan gelek êriş pêk anîne.

Serçeteyên girtî: Me li Dêrazorê gelek êrişên terorî pêk anîn
13 kanûn, 2020   09:31
NAVENDA NÛÇEYAN-EHMED MIHEMED

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) di Adara 2019'an de çeteyên DAIŞ'ê ji aliyê erdîngarî ve têk birin û ji wê demê ve opoerasyonên xwe yên li dijî şaneyên veşartî ranewestandine.

Şaneyên veşartî ên li gundewarê Dêrazorê  hin kesayetên civakî, saziyên sivîl û şervanên QSD’ê dikirin armanc.

QSD'ê bi operasyoneke ewlehiyê ku di 29'ê Mijdara borî, pêk anîbû de du şaneyên veşartî "Faris" û Cerah" girtibûn.

/kr/uploads/files/2020/12/13/093254_080310_slyman-alslby.webp

Serçete Silêman Hamid El-Sulbî serkêşiya Şaneya "Faris" dikir û li bajarokê Sûsê çalak. Serçete Basil Cûma El-Mûsa jî serkêşiya Şaneya "Cerah" dikir û ew jî li bajarokê Şeefê çalak bû. Her du şane ji 8 çalakiyên terorîst ên li herêmê berpirsyar in.

Serçete Silêman Hamid El-Sulbî ku serkêşiya şaneya "Faris" dikir li xwe mikur hat ku ew berpirsê yekemîn ê plankirin, rêvebirin û agahîdayîna ajansa nûçeyan a çeteyan a bi navê Amaq e.

Serçete El-Sulebî ji eşîra Igêdat El-Hesûn e, sala 1988'an li bajarokê Sûsê yê rojhilatê Dêrazorê ji dayik bûye. El-Sulbî zewicî ye û 3 zarok wî hene, di 2017’an de tevlî çeteyên DAIŞ’ê dibe û destpêka îsal wek berpirsê şaneyê dest bi kar dike.

Serçete Basil Cûma Mûsa jî ku serkêşiya şaneya "Cerah" dikir û berpirsyarê bajarokê Şeefê bû, ji aliyê rêxistinî ve jî girêdayî serçete Silêman Hamid El-Sulbî bû. Serçete Basil Cûma Mûsa sala 1989'an ji dayik bûye, ji eşîra Igêdat El-Merc e. Zewicî ye û 2 zarok wî hene, di 2015’an de tevlî çeteyên DAIŞ’ê dibe.

/kr/uploads/files/2020/12/13/093216_080256_basl-almwsa.webp

Serçete Basil Mûsa li xwe mikur hat ku ew di nava DAIŞ'ê de beşdarî gelek şerên li dijî gundewarê rojhilatê Dêrazorê bûye û di dawiya sala 2017'an de beşdarî şerê navçeya Hedîsa ya Iraqê bûye. Piştî ku di wan şeran de birîndar dibe wekî endamekî şaneyên veşartî dest bi kar dike.

BI PÊKANÎNA 8 ÊRIŞÊN TERORÎ YÊN LI DIJÎ RÛSPIYÊN HERÊMÊ Û QSD’Ê LI XWE MIKUR HATIN

Her du serçeteyan ji ANHA’yê re got ji destpêka Adara 2019'an heta niha wan 8 êrişên terorî li dijî rûspiyên eşîrên ereb ên li herêmê, şervanên QSD‘ê û hin saziyên civaka sivîl pêk anîne.

Her du serçeteyan diyar kirin ku wan rûspiyên bajarokê Sûsê Cafer Eyûb Faris, mala serokê Meclisa Sûsê Mihemd Şiwênî, serokê Şaredariya Sûsê Esed Meter, teqîna li Mala Jin a bajarokê Şeefê, teqîna Meclisa Şeefê, teqîna mala endamê komîna Şeefê Ebû Îsam, teqandina erebeya leşkerî bi rêya mayînê li Şeefê û şervanên QSD’ê, armanc kirine.

Li gorî berpirsê yekemîn ê rêxistina her du şaneyan Silêman Hamid El-Sulbî (Faris), di êrişên xwe de çek û teqemeniyên ku li her du kampên Baxoz û Sûsê veşartibûn, bi kar anîne. Her wiha waliyê wîlayeta Xêr ê bi navê Silêman pere bi rêya nivîsgeha pereyan ji Faris re dişandin.

El-Sulbî eşkere kir ku wan raporên xwe yên çepemenî ji dezgehên çapemeniyê yên DAIŞ’ê re dişandin û wiha pê de çû: "Me têkiliya xwe bi rêya telefonê û yekser bi rojnamevanê DAIŞ`ê  Muhened re datanî. Muhened berpirsê hemû weşangeriya malperê û malperên DAIŞ’ê  bû."

Li gundewarên Dêrazorê şaneyên veşartî ên çalak hene ku bi gelek aliyan ve girêdayî ne. Fermandarên QSD’ê piştrast kirin ku hin şane girêdayî DAIŞ’ê, hin jî girêdayî hikumeta Şamê û Îranê ne. Her wiha hinek jî di bin fermana dewleta Tirk de dixebitin.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="316" src="https://www.youtube.com/embed/agT5ItOJ-xc" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>