Di navbera çeteyên dewleta Tirk û malbatên ji Xota Rojhilat de şer diqewime

Li navçeya Cindirêsê ya Efrîna dagirkirî di navbera çeteyên dewleta Tirk a dagirker û malbatên ji Xota Rojhilat de şer diqewime. Li gorî agahiyan, kuştî û birîndar hene.

Di navbera çeteyên dewleta Tirk û malbatên ji Xota Rojhilat de şer diqewime
Di navbera çeteyên dewleta Tirk û malbatên ji Xota Rojhilat de şer diqewime
Di navbera çeteyên dewleta Tirk û malbatên ji Xota Rojhilat de şer diqewime
13 kanûn, 2020   09:19
 ŞEHBA

Çavkaniyekî taybet ji ANHA`yê re ragihand ku di van kêliyan de li navçeya Cindirêsê ya kantona Efrînê ya dagirkirî di navbera çeteyên bi navê “El-Zenkî” yên girêdayî artêşa Tirk a dagirker û malbatên ji Xota Rojhialat de ku piştî dagirkirina Efrînê dewleta Tirk û çeteyên wê ew li Efrînê bi cih kirin, şer rû dide.

Çavkanî dauxyand ku çeteyan di şer de çekên giran bi kar anîn û ji her du aliyan birîndar çêbûn.

Li gorî çavkanî, ta niha sedema derketina şer nayê zanîn.

Çavkanî anî ziman ku şer dewam dike û di van kêliyan de karwanekî ku ji dehan wesayitên zirxî ya girêdayî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê pêk tê ji navenda bajarê Efrînê ber bi navçeya Cindirêsê ve bi rê ket.

(cx)